Serrûpel Nûçe YPG navê 7 şehîdên xwe ragihandin ew di salên 2014-2015 de şehîd...

YPG navê 7 şehîdên xwe ragihandin ew di salên 2014-2015 de şehîd bûbûn

Belav bike

Fermandariya YPGê navên 7 şehîdên xwe eşkere kirin, ku 6 şervan ji Bakur û şervanekî din jî ji Rojhilatê Kurdistanê ye.

Daxuyaniyeke nivîskî li ser malpera fermî ya YPGê hatiye belavkirin, têde fermandariya Yekîneyên Parastina Gel navê 7 şehîdên xwe eşkere kir, ku di navbera Adara 2014 an û Adara 2015 an di şerê dijî DAIŞê û rêxistinên din de jiyana xwe jidest dane.

Li gor wê daxuyaniya fermandariya YPGê, 6 şervan ji Bakurê Kurdistanê ne ku 2 şervanên jin di nav de ne, ew jî xelkê Sêrt, Wan, Mûş û Amedê ne, di heman daxuyaniyê de navê şervanekî ji bajarê Maû yê Rojhilatê Kurdistanê jî hatiye, ku di şerê dijî DAIŞê û aliyên din de li Cezaa jiyana xwe jidest dabû.