Serrûpel Dosya Şahê Siûdiye sala 1966 daxwaza damezirandina dewleta Kurdî kiriye (foto)

Şahê Siûdiye sala 1966 daxwaza damezirandina dewleta Kurdî kiriye (foto)

Belav bike

Şahê Siûdiyê yê koçkirî Şah Feysel Bin Ebdilezîz di sala 1966an de nameyek ji serokê Amerîka yê wê demê re birê kiribû û daxwaza piştevaniya Mela Mistefa Barzanî ji bo avakirina hikûmeta Kurdî li bakurê Iraqê kiribû.

Li gor belgenameya ku ser berê yê Yemenê Elî Ebdulah Salih belav kiriye, Şah Feysel di roja 27 meha Berçileya sala 1966an de nameyek bi nehênî ji Serokê Amerîka Lyndon Johnson birê kiribû.

Nameya Şahê Sûidiye taybet e bi dupatkirina pêwendiyên dostane ya Siûdiye û Amerêka û dana hevkariya Amerîka ji bo hêştina desthilata Siûdiyê li pêş êrîşên serokê ber yê Misrê Cemal Ebdilnasir  û şepola belavbûna Beis û netewperestên Ereban e.

Şah Feysel di nameyê de, ji bo gerentîkirina dahatûya navçê û nehêştina metirsiyên li Siûdiyê, çend pêşniyar xistine ber destê serokê Amerîka yê wê demê.

Di pêşniyazekê de, Şah Feysel daxwaz kiriye, alîkariya Mela Mistefa Barzanî ji bo avakirina hikûmetekê li bakurê Iraqê bê kirin.

Şahê Siûdiye Şah Feysel Bin Ebdilezîz piştevanîkirina Kurd bi aramiya ewlehiya bakurê Siûdiyê binav kiriye.

Ew yek jî venaşartiye, ku di sala berî wê de anku sala 1965an, alîkariya Şoreşa Îlonê ya Kurdistanê bi çek û pere di riya Tirkiye û Îranê re kiriye.

Di dawiya nameyê de jî, Şah Feysel nivîsiye: “Cenabê serok, em û we ve hevaheng in û perjewendiyên me yên hevbeş û çarenivîsa me girêdayî cibicîkirina van pêşniyazan e.”

Belavbûna vê belgenameyê ji aliyê serokê berê yê Yemenê ve di demakê de ye, ji 50 salî ve pirsgirêk di navbera Siûdiye û Yemenê de hene, ku di wê belgenameyê de jî amaje pê hatiye kirin, niha jî metirsiya Iraqê ku bûye cihê hejmûna taifî li ser maye.

Tevî belavbûna vê belgenameyê, lê heta niha desthiladarên Siûdiye ti daxuyaniyek di wê derbarê de nedane û belgename red nekirine. K24