Serrûpel Nûçe Nêçîrvan Barzanî serokomarê Frensa ji krîza tercuman rizgar kir – Vîdyo

Nêçîrvan Barzanî serokomarê Frensa ji krîza tercuman rizgar kir – Vîdyo

Belav bike

Piştî civîna serokomarê Frensa Macron ligel serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, her du serok derketin pêşberî kamerayan ji bo ku konferansa rojnamevanî li darxînin.

Lê tercuman peyda nebûn.

Li got protokolê divê Macron bi frensî biaxife, lê tercumanek tune bû ku gotina wî wergerîne zimanê kurdî yan jî înglîzî.

Macron aciz bû û got koçka me nikare press konferansekê amade bike.

Serokomarê Frensa ji rojnamevanan pirs kir:

Kî bi frensî zane destê xwe bilind bike, kî bi kurdî zane? Kî bi înglîzî zane? Piştre got nabe, serokwezîr bi frensî nizane…

Çend deqe derbas bûn werger nehate dîtin.

Piştre serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî mudaxele kir, got: Ezê hal bikim.

Gazî nûnerê hikûmeta Kurdistanê Elî Dolemerî kir, û jêre got tu ji kurdî bike frensî û ji frensî bike kurdî.

Krîz çareser bû û konferansa rojnamevanî dest pê kir.