Serrûpel Nûçe Wezîrê derve yê Frensa: %60 petrola Sûriyê di bin destê HSD de...

Wezîrê derve yê Frensa: %60 petrola Sûriyê di bin destê HSD de ye

Belav bike

Wezîrê derveyê Fransa daxuyakirin, ku 40% ji navçeyên ku li Sûriyê di bin destê DAIŞê de bûn ji aliyê Hêzên Sûriya Demokratîk de hatine kontrolkirin, û got 60% ji çavkaniyên petrola Sûriyê di destê HSDê de ye.

Wezîrê derveyê Fransa, Jean Yves Le Drian got, li Sûriyê DAIŞ li ser destê Hevpeymaniya Navdewletî bi serpereştiya Amerîka hatiye şikandin, û di vê dema dawiyê de jî hikûmeta Sûriyê bi piştevaniya Rûsya jî êrîşî ser DAIŞê kirin.

Wezîrê derveyê Fransa ev yek jî anî ziman, ku 40% ji wan navçeyên ku li Sûriyê di destê DAIŞê de bûn, niha ji aliyê Hêzên Sûriya Demokratîk ve hatine kontrolkirin, Jan Îv Lidiryan got: Niha Hêzên Sûriya Demokratîk 60% ji çavkaniyên petrola Sûriyê kontrol dikin.