Berdevkê berê yê Hêzên Suriye yên Demokratîk (HSD) Telal Silo, roj bi roj bi rêya daxûyaniyan peyamên dijî HSD dide. Nehêniyên HSD ji Tirkiyê û “raya giştî” re eşkere dike.
Di hevpeyvîna xwe ligeêl Times, telal Silo da xûyakirin ku, HSD rêkeftin ligel DAIŞ li devera Minbicê kir û bi vî awayî 2 hezar DAIŞî ji Minbicê derketin.
Herweha Silo diyarkir ku, HSD nasname firotine DAIŞiyan jib o ku serbst bikaribin li deverên di bin kontrola HSD bigerin. Silo got, ew nasname jib o çekdarên DAIŞ bi 200 dolaran, ji bo berpirsên DAIŞ bi buhayek gelek zêdetir hatin firotin. Ew bi xwe jî li wir bûye, gava rêkeftin ligel DAIŞ rûdayî.
Telal Silo meha berê xwe radestî Tirkiyê kir, ligor HSD Silo di bin fişar û gefên Tirkiye de liser malbata wî û wî bi xwe xwe de, xwe radest kir. K24