Hasîp Kaplan parlementerê berê yê HDP yê Şirnexê dest ji HDPê berda, Parlemanterekî HDP dibêje Kaplan nejadpereste û tu erkekî wî di nava HDPê de tune ye.
Duh Kaplan gotibû nabe tu kesekî Turk li şûna Selahedîn Demîrtaş bibe hevserokê HDP û piştî wê yekê Sirrî Sûreya Onder parlementerê Turk yê HDPê rexne li gotinên Kaplan girt û weke kesekî nexweş da zanîn.