Serrûpel Nûçe “Emerîka 4.900 kamyon çek dane YPG”

“Emerîka 4.900 kamyon çek dane YPG”

Belav bike

Erdogan daxuyakirin ku di sala 2017 an Hevpeymaniya Navdewletî 4900 kamyon sîleh ji YPGê re şandiyê û got bi tenê di hefteyekê de Tirkiyê dikare wê artêşa ku Amerîka ava kiriye tune bike.

Serokomarê Tirkiyê li bajarê Xerpêtê yê Bakurê Kurdistanê behsa êrîşên artêşa welatê xwe li ser Rojavayê Kurdistanê kir û ragihand ku wan karî ye, korîdora ku dixwest biçe Efrînê û ji wir jî bigihe Deryaya Spî bigrin û wê di demeke nêzîk de jî êrîşî Efrînê bikin.

Her wiha Erdogan rexneyên tund li Amerîka jî girtin û diyar kir ku eger Amerîka soza ku ji bo Minbic dabû Tirkiyê bicîh neke û di pirçekirina YPGê de berdewam be, wê demê bila li bendê nebe ku di çareserkirina pirsgirêkên Sûriyê de Tirkiye li gel Amerîka cîh bigre.