Serrûpel Nûçe Çavuşoglu: Ji xeynî PYD nûnerên Kurdan beşdarî konferansa Soçî dibin

Çavuşoglu: Ji xeynî PYD nûnerên Kurdan beşdarî konferansa Soçî dibin

Belav bike

Mevlut Çavuşoglu, wezîrê derve yê Tirkiyê ragihand ku Kurd wê li kongreya Soçî beşdar bibin.

Wezîrê derve yê Tirkiyê got ku Ji bilî YPGê, nûnerên kurd li Soçî amade dibin.

Ev daxuyaniya wezîrê derve yê Tirkiyê di demekê de ye ku her sê welatên garantor, Rûsya, Îran û Tirkiyê amadekariyên lidarxistina kongreya Soçî gotûbêj dikin.

Biryare roja înê, 19ê vê mehê, civîneke sêalî di navbera her sê welatên navborî be bê lidarxistin da amadekariyên herî dawî ji bo lidarxistina kongreyê bên gotûbêjkirin.