Serrûpel Nûçe Rûsya hîn jî li ser kar dike ku Efrîn bikeve destê hikûmeta...

Rûsya hîn jî li ser kar dike ku Efrîn bikeve destê hikûmeta Sûriyê

Belav bike

Rojnameya Rûsî Îzvestiya nivîsand ku Rûsya heta niha jî li ser wê yekê kar dike, Efrîn ji bo hikûmeta Sûriyê were teslîmkirin.

Lêkolînvanê siyasî yê rojnameyê Adrê Ondîkov, di nivîsekê de ji bo rojnameyê nivîsand ku, dîplomatekî Rûsî ji wî re eşkere kir ku, danûstadinên radestkirina Efrînê ji bo Sûriyê berdewam in.

Li gor rojnameyê, Rûsya dixwaze Kurdan îqnaa bike ku divê hikûmeta Sûriyê bikeve Efrînê ji bo ku dawî li wan êrîşên Tirkiyê were.

Îzvîstiya her wiha balê dikişîne ser wê yekê ku, eger Efrîn bike destê hikûmeta Sûriyê wê, êrîş rawestin û ew herêm wê bibe herêmeke aram.