Serrûpel Nûçe Bîlançoya şerê Efrînê ya 15 rojan

Bîlançoya şerê Efrînê ya 15 rojan

Belav bike

Serokerankiya artêşa Tirkiyê eşkere kir, di 15 rojên êrîşa ser Efrînê de 897 şervanên YPGê hatine kuştin, û Hêzên Sûriya Demokratîk jî dibêje 473 leşkerên Tirkiyê û çekdarên wê hatine kuştin.

Li gor daxuyaniya serokerkaniya Tirkiyê, di dema 15 rojên operasyonê de, hejamra şervanên YPGê ku di şer de jiyana xwe ji dest dane, gihiştiye 897 şervan.

Li gor amara dawiyê ya HSDê, Tirkiyê hezar û 893 rokêt û çekên giran bikar aniye, 460 êrîşên azmanî pêk aniye, helîkoptera Kobra 15 êrîş pêk aniye û 250 caran jî şerê rû bi rû derketiye.

YPJê ragihand, tîmeke wan ya taybet bi navê tîma Bahoz, bi vî karî rabûne, û tanka artêşa Tirkiyê li nava gundê Heftaro teqandine.

Artêşa Tirkiyê jî di daxuyaniyekê de ragihand ku îro tankeke wan hatiye teqandin û ew nûçe piştrast kirin.