Serrûpel Magazîn Kardashian ji bakurê Kurdistanê ye! – Foto

Kardashian ji bakurê Kurdistanê ye! – Foto

Belav bike

Di van rojên dawiyê de, tê gotin ku Kim Kardashian, ji bakurê Kurdistanê ji gundê Karakaleli ye, ser bi Erzrumê ve.

Kardashian, Ermenî ye, tê idêakirin ku malbata wê ji ber komkujiya Osmaniyan li dijî Ermeniyan (1915) koçberî Ermenistanê bû ye.
Rojnameya înglîzî Daily Mail, lêkolînek li ser stêrka medyayê Kim Kardashian çêkir, û têde eşkere kir ku xelkê wî gundê Karakaleli ye.

Rojnameya Înglîzî, sûretên bapîrên wê belav kirin, ku ji bakurê Kurdistanê, ji ber zilma Osmaniyan koçber bûbûn.

Li gor Daily Mail bapîrê Kim Hovhannes Miroyan û dapîra wê Lusyak Çorbacıyan, destpêka sala 1900 tevî keça xwe Vartanuş ji tirsa Tirkan ji Erzrumê koçberî California bûne, piştre jî di sala 1915 de komkujiya Ermeniyan çêbûn.

Vartanuş, li Emerîka bi Arakel Arakelyan re zewicî. Keça Helen Arakelyan, bi   Arthur Kardashian zewicî, ew jî ji bakurê Kurdistanê ji Qersê bû. Helen jî dapîra Kim Kardashian e.