Serrûpel Hevpeyvîn Hevpeyvîna Dr. Beyan Kerîmî ligel romanivîsê Kurd Jan Dost

Hevpeyvîna Dr. Beyan Kerîmî ligel romanivîsê Kurd Jan Dost

Belav bike

Pirsa yekem Dr. Beyan Kerîmî:

Bi baweriya te roman ji pirtûkên dîrokî bêtir rolê dilîzin, yanî ji wan bêtir dikarin nakokî û tevliheviyên dîrokê bidin naskirin? Beşê duyem ji pirsê ka çi sebeb û ho hene ku kurd her û her çewtiyên xwe dubare dikin û eynî bûyeran têne serê wan?

Bersiva Jan Dost:

 

Belê rast e. mêjû li ba min mijarek serek e ye, mêjû zeviyekî pirr bi xêr û bêr e ji bo romannivîsan. Ders û waneyên dîrokî milletan fêr dikin ka divê çawa bijîn, şaşiyên bav û kalan çawa dubare nekin, hoy û hokarên têkçûn bi mirov dide naskirin. Hûn dipirsin ka gelo rol û dewra romanekê dikare ji pirtûkên dîrokê bêtir be? Ez bê dudilî dibêjim belê, bê guman rola romanên dîrokî giringtir e, ege ne giringtir be jî, roman dikarin kêmaniyên di pirtûkên dîrokê de temam bikin. Wek mînak, em dikarin di pirtûkek dîroka sedsala nozdehan de şerê Napoleon î ku li dijî Rûsya bi rêxist bixwînin, em dikarin hoyên wî şerî nas bikin, lê gelo em dikarin rewşa xelkê, gotûbêjên wan, derd û janên wan, tevgera civakê nas bikin? Eger ne romanek wek ya Leo Tolstoy be em nikarin jiyana wê demê li ber çavên xwe mîna filmekî zindî bibînin. Roman mêjuyek zindî ye bi baweriya min.

Beşê duyem ji pirsa we ku çima her rûdanên dîroka kurdan dubare dibim ez dibêjim belkî girêdayî hişmendiya civakî a kurdî ye. Mixabin bîreweriyeke kurdan î yekhev hîn ava nebûye. Ew jî ji ber mercên kurd û welatê xwe tê de derbas dibin, mercên perçebûnê, curbecuriya „neyarên“ wan û cudatiyên zarave, êlayetî, û heta ol û mezhebên wan jî ye. Evan cudahiyan hişt ku hişmendiyek hevbeş î kurdan ava nebe. Her herêmek, her parçeyekî welatê kurdan mîna giravekê di nava deryayê de bû, gemî nebûn ku xelkên vê giravê bigihîne xelkên wê giravê, her parçe û ji hev dûr man. li her aliyekî dîrokek cuda ji dîroka aliyê din çêbû. kurdên rojava mesela hayê wan ji rûdana Hemze Axayê Mengûr nîne. Ev rûdan dersek dîrokî ye lê mixabin kurdên bakur jî ên Rojava jî ji wê fêrnebûn, ji ber ku ew ders tenê êsîrê herêma xwe ma. Tevgera Murîdan li Efrînê ku li himber firensiyan bû, rûpelek ji dîroka rojava ye heta beşên Rojava yên wek Kobanî û Qamişlo jî hayê wan zêde jê nîne, îcar wê çawa hayê wan ji mêjûya Sine, Mehabad û Silêmanî û Kirmanşahê hebe?

Ez dixwazim bi rêya romanêen xwe hişmendiyek hevbeş di nav xwendevanên kurdan de ava bibe, hemû li eynî bûyerê binêrin û nas bikin ka kengî çi rû da û çima û çawa!

Xalek din heye dixwazim balê bikişînim ser, ew jî bindestiya milletê kurd e. vê bindestiya dûr û dirêj û pirralî hiştiye ku dîroka me veşartî bimîne. Bi sedhezaran xwendekarên îranê, eger ne bi milyonan be, tarîxa Qeceriyan, Sefewiyan, Pehlewiyan û Sasanî û xeznewiyan û xeyrî wan dixwînin, fêr dibin, hişmendiyek hevpar li ba wan diafire. Lê ê me kurdan emê çawa bikaribin ku bi sedhezaran kurd tarîxa xwe binasin? Lê ez vê jî bibêjim, niha medya bi pêşde çûye, û li her malê Tv yên kurdan têne temaşe kirin, îcar rola serkirde û berpirsên van alavên ragihandinê ye ku stratejiyekê deynin û hişekî hevpar ji kurdan re biafirînin.

Dr. Beyan:

Hûn bi dehsalan lêkolînan li ser Ehmedê Xanî û Mem û Zîna wî dinivîsin, gelo kîjan bîr û bawerî li ba Xanî ji wer e zêdetir balkêş e? di Mîrnameyê de hûn dixwazin kîjan xislet û nêrînên Xanî bêtir bînin ziman?

Bersiva pirsa duyem:

Belê rast e. Berî sî û du sê salan min Xanî nas kir. Di destpêkê de tenê min ew malikên wî ên ku tê de doza netewayetî zêde eşkere ye ku di kovara Hawarê ya Mîr Celadet Bedirxan de belav bûbûn, xwendin. Wan fikrên wî yên ku li pêş dema wî bûn bala min kişandin. Ez xortekî nûhatî bûm. sergerm bûm. paşê min Mem û Zîna wî sala 1988 bi dest xist. Gava mkin xwend, mîna ku ez gencîneyekê bibînim li min hat. Bi rojan min beyt û malikên Mem û Zînê dixwendin, mîna ku ez pirtûkek pîroz bixwînim. Bi rastî jî ew pirtûkek pîroz e. ma ne ez dibêjim Xanî mîna pêximberekî ye? Hemze Muksî, ku ew jî rewşenbirekî kurd e, di pêşgotina xwe ya Mem û Zîna li sala 1919 an li Stenbolê çap bû de dibêje: eger Firdewsî Ecem zinde kirin, vejandin, Xanî nehişt ku kurd bimirin!

Li ba min Mem û Zîn wê heta roja qiyametê bimîne kitêba şaheser a kurdan. Tu pirtûkek din nikare bikeve cihê wê. Bi rastî jî pîroz e, bi fikrên tê de, bi zimanê ku tê de hatiye bi karanîn û bi kûrahiya felsefe û giraniya mijara xwe jî.

Tiştê ku zêde bala min di fikrên Xanî de kişand, ew mirovayetiya wî ya berfereh. Ew hezkirina wî ya ji hemî mirovan re, Xanî kesekî ku zêde li ol û neteweya yekî nedinêrî. Ewî di Mem û Zînê de ev fikra xwe xweşik diyar kiriye û ji xwedê xwestiye ku hemî mirovan dûrî agirê dojehê bike û wan bibe bihiştê. Niha ne cihê ku em fikrên xanî dûr û irêj şirove bikin, min ew di şiroveya Mem û Zînê de, ku nêzîkî 700 rûpelî ye berfereh şirove kirine.

Di Mîrnameyê de jî min gelek giranî daye fikr û bîr û baweriyên Xanî yên cuda.. Bi taybetî jî hezkirina wî a ji mirovan re, ku bingehê wê tesewwuf e, û peyva sofiyan a ku dibêje: derdê me rihetiya xelkê ye, mîna slogan û duruşmeyekê ye jê re. Ewî doza azadbûna kurdan dikir ne ji ber ku bi regez û neteweya xwe kurd bûn lê ji ber ku mezlûm bûn û bindestê du dewletên zalim doz dikir ku kurd azad bibin. Evê yekê gelekî bala min kişandiye. Xanî kesekî mirovhez bû, ewî hîç li regez û nijadên xelkê nenihêrîye belkû bêtir bala xwe daye rewşa wan. Di Mem û Zînê de ev mirovheziya Xanî zêde berbiçav e gava ku ji Xwedê dixwaze hîç mirovekî, heta ku gawir bin jî, nexe dojehê û wan neşewitîne.

3- Dr. Beyan Kerîmî:

Gelo Xanî di serdema xwe de xwedan têkilî bû li gel desthilatê? Danûstendina wî ya bi desthilata wê demê re, ji danûstendina rewşenbîrên vê serdemê cuda ye gelo? Dudatî hebin kîjan in?

 

Bersiva pirsa sêyem:

 

Li gor agahiyên vê dawiyê ku di arşîfa osmanî de peyda û eşkera bûn, Xanî di nivîsgeha mîrê Bazîdê de karmendek bû. Ew katibê mîr bû û gelekî nêzîkî desthilatdariya kurdî bû. Ewî dizanibû ka hukumranî çawa dibe, girêdanên mîrîtiyên kurdan bi dewleta osmanî re çawa ne. Lê li gel kku ew wî qasî nêzîkî mîr bû jî, nebû berdevkê mîrîtiyê, nebû xelamêe desthilatê û têra xwe rexne lê kir. Di serdema me de mixabin rewşenbîr nikare rexneyek baqilane ku esas û biingehê wê neteweperwerî be bike. Rewşenbîrên vê serdemê bêtir girêdayî partiyan in, yan alîgirên vê ne ya yên wê. Kêm rewşenbîr hene ku bêlayen in.

4-Dr. Beyan Kerîmî

Em behsa romana Mijabadê bikin, gelo we bi kîjan mebestê mamosteyek ji parçeyekî Kurdistanê yî din aniye nava romanê? We heta kîjan radeyê lêkolînên mêjûyî bi dest anîn?

Bersiva pirsa çarem:

Rast e. ji bo ku ez Mijabadê binivîsim min pêwistî û giringî bi serdana şarê Mehabad dît. Ez çûm wî bajarî û min ji xwe re têr temaşaya çiyayê derodrê, kolan û mal û baxçe û rûbaran kir. Ji bo min tecrubeyek girîng bû. Ez ne tenê bi xêra pirtûan çûm serdana dema Komara Kurdistanê, lê ez çûm min serdana axa wê jî kir. Karekterê min ê serek e Badînê Amîdî mamoste bû, rast e, lê berî wê helbestvan bû, şair bû. Min dixwest romana komarê bi zimanekî helbestî binivîsim. Nedibû ku lehengê romanê dûrî helbestî be. Helbestvanî wek pêximberiyê ye, kûrbîn û dûrbîn e loma jî divabû Badînê Amîdê helbestvan be.

5-Dr. Beyan Kerîmî

Em werin 3Gav û 3darek. Gelo mebesta we ji sê gavan çi ye? Mirov di vê romanê de xiyanetê eşkere li ber çavan dibîne, gelo hokar û sebeb çi ne ku xiyanet her dem di tarîxa kurdan de dubare dibe?

Bersiva pirsa pêncem:

Mebesta min ji sê gavan, sê qonaxên jiyana rehmetiyê rewanşad Şêx Seîdê Pîran e. gava yekem zarotî (mindalbûn) gava duyem xortanî û ya sêyem jî jiyana wî ya mayî. Her weha di wan sê gavên ber bi sêdarê ve diçe de, min hiştiye ku ew her sê qonaxên jiyana xwe bîne bîra xwe. Ew teknîk bû ku ez bikaribim romanê hêsantir binivîsim.

Mesela xiyanetê jî meseleyek dûr û dirêj e. li gor ku min di berhemên dîrokî de xwendiye, li gor encamên ku ji lêkolinên xwe ez gihiştimê, milletê kurd qonaxa êlperestî û eşirtiyê derbas nekiriye. Ew hîn bi hişmendiya êl û eşîrên ku dijminen hev in li jiyanê dinêre. Li şuna eşîran niha partî hene û ew jî dijminê hev in. li Kurdistanê desthilateke navnedî durust nebû ku hestên millet bike yek. Loma jî cudahiyên civaka kurdan roleke negatîv di mêjû û dema niha û relîteya wan de lîst in. nakokiyên kurdan ji kevin de hene, kurd li hev nakin, û di metelokê kurdî bi xwe de jî kurd xayinên hev in û hevdu nagrin: kurd nanê garis in, kurdê Kewê gozel in, û hdw..

6-Dr. Beyan Krerîmî

Hûn wek kesekî ji kela Berxwedan û rizgariyê Kobanî, we romanek jî derbarî Kobanî de nivîsiye, ferqa vê romanê ji yên din ew e ku we rolek girîng daye jina kurd. Gelo sebebe nivîsîna vê romanê çi bû? Berê qet di bala we de hebû ku hûn romanekê wisa binivîsin?

 

Bersiva Jan Dost:

Kobanî bajarê min e, ez lê ji dayik bûme û 35 salan berî ku derkevim derveyi welêt li ser axa wê jiyame. Piştî derketina ji welatê xwe sala 2000 min nema dikaribû vergerim. Ez ditirsiyam. Gelek guherîn di bajêr de çêbûn lê ez jê dûr bûm. min bêriya axa xwe dikir, min bêriya xizm û malbatê dikir û bi rastî wek roman di bala min di bû û min di serê xwe de hevîrê romanekê strabû. Lê helbet ewê qet ne wek romana ku min piştî dagîrbûn û rizgarkirina Kobanî nivîsandiba. Romana ku min nivîsiye romana berxwedanê ye, tarîxa Kobaniyê ye, û behsa êş û jana wî bajarî û milletê wî bajarî ye.

Bêguman ew berxwedana efsaneyî li wî bajarê ku bi hêzên tarî hate dorpêçkirin û paşê jî buhayê mezin î ku xelkên bajêr ji bo rizgarkirina wî da bûne sebeb ku ez projeya nivîsandina bajarê xwe vejînim lê bi awayekî din binivîsim ku layiqî êş û berxwedana bajêr be.

7-Dr. Beyan Kerîmî:

Hûn hinekî dikarin behsa mijar û kesayetiyên vê romanê bikin?

 

Bersiva pirsa heftemîn:

Di romana Kobaniyê de du xet hene. Du zeman hene ku li rex hev dimeşin. Gelek bûyer jî hene. Kessayeti jî gelek in. ez bi kurtî nikarim behsa vê romana ku bêtirî 400 rûpelan e bikim. lê ezê bi kurtî bibêjim: di romanê de çîroka malbateke Kobanî heye ku serencama her endamekî wê bi awayekî ye. Bav û dêyek û şeş zarokên wan in. her yek jiyana wî bi awayekî derbas dibe, jiyana hemûyan jî girêdayî bûyerên dawî ên li Kobanî ne. Keça biçûk ku navê wê Rewşen e tev li hêzên çekdar dibe ku piştgiriya bajêr dikin, birayê jê mezintir tev li pêşmergeya dibe û berê xwe dide herêma Kurdistanê. Kurek bi destê hezên tarî ên Daişê serjê dibe, hin di komkujiya Kobanî de têne şehîd kirin. Bi kurtî min tesîra şer li malbata kurd şirove kiriye. Roman vê dawiyê wergeriyaye farisî lê hîn derneketiye. Soraniya wê jî amade dibe. Ez bi hêvî me nêzîk herdu werger derkevin.

8-Dr. Beyan Kerîmî

We di hevpeyvînek li gel Kanala DREAM a misrî de behsa rola jinê di dîroka kurdî de kiribû, we gotibû ku Mela Mehmûdê Bayezîdî jî behsa jina kurd û azabûna wê kririye, we di romana KObanî de ev mijar heta kîjan radeyê aniye ziman?

 

Bersiva pirsa 8:

Di romana Kobanî de, wek min berî niha jî gotibû, min roleke girîng daye jina kurd. A rast jina kurd ew rol daye xwe û ez jî bêgav im wê rola mezin bînim ziman. Çar karekter jin in. yek jê şervan e û heta nefesa dawî piştgiriya bajarê xwe dike. Yek jê mamoste ye ku berê xwe dide Ewropa. Jina Kurd li gel ku wek jina gelek neteweyen rojhilatê rastî cçewisandinek dîrokî yî dûr û dirêj hatibû jî, lê xwe ji bin giraniya wê perwerdeyê û çewisandinê derxist û karibû mil bi mil bi mêran re dakeve her qadên jîyanê û heta çekan hilgire û şer jî bike.

9-DR. Beyan Kerîmî:

We di romanên xwe yên destpêkê de bêtir bal kişandiye ser dîroka kurdî, kesayetiyen dîrokî lehengen we en sereke ne, lê dawî hûn ber bi romanên felsefîk de çûne, gelo em dikarin bibêjin ku Jan Dost xwediyê ezmûnek ji du qonaxan e di nivîsandina romanê de: romana mêjûyî û romana felsefî?

Bersiva 9 :

Ezmûna min wek cenabê we dibêje ne tenê yekalî ye. Heta romana mîrname jî mijarên min ji dîroka kurdî bûn, min dixwest bêtir ronahiyê bavêjim ser qonaxên dîrokî yên herî tevlihev û bi mij û moran. Lê min paşê xwest xwe ji bin barê dîrokê derxînim. Min xwest ez xwe nû bikim, romanên min nebin klîşe. Min Martrînê Bextewer nivîsî ku lehengê wê kesekî alman e. paşê min romanek bi erebî nivîsî ku lehengê wê yekî Çerkez e. bi vî awayî him min xwe ji yekzimanîyê rizgar kir, him jî ji xelka dîrokî. Roman divê wek ezman bê dawî be. sînor jê re nebin. Erê di nav milletê kurd de bêtir ew wek romanivîsekî dîroka kurdî tême nas kirin, lê niha li cîhan erebî wek yekî ku mijarên felsefî, nivîskarekî nakokiyên olî û mezhebî û regezperestû tême nasîn. Bi vî awayî min asoyên romana kurdî, yan jî ez bibêjim romana ku ez dinivîsim ferehtir kir. Ez vê yekê baş dinirxînim. Dibe ku di pêşerojê de bikevim hin ezmûnên din.

10-Dr. Beyan Kerîmî:

Hûn di hin hevpeyvînên xwe de behsa mamosta Eta Nehayî dikin, ku vê dawiyê xelata Berûya Zêrîn ji aliyê navenda VEJÎN a hunerû û rewşenbîrî wergirt, gelo hûn wî çawa nas dikin û berhemên wî çawa dinirxînin? Romana wî ya ku tesîr li we kiriye kîjan e?

 

Bersiva pirsa 10:

Cara pêşî min cenabê Eta Nehayî bi romana Gulî Şoran ku sala 2012 bi zaravayê kurmancî û tîpên latînî hate weşandin nas kir. Romanek hêja bû û hinekî nêzîkî dilê min bû. Min nas kir ku Eta mirovekî afrêner e û romanivîsekî payebilind e. paşê me li bajarê Silêmaniyê hevdu dît. Sala 2014an bû. Wê salê ez çûm festîvala Gelawêjê û min Xelata Husên Arif a zêrîn wergirt. Çend rojan em li gel hev man. Hin ahengên imzekirina pirtûkan me bi organîzekirina weşanên Endêşe li dar xistin. Min êdî ne wek nivîskar, lê we mirov Eta nas kir. Ew mirovekî ruhşêrîn, dilgerm û pirr pak e. min ji wî jî hez kir û ji berhemên wî jî. Mixabin soraniya min têrê nake ku ez berhemên wî bixwînim, baweriya min jî zêde bi wergeran nayê her çendî ku ez dizanim wergêrê wî Besam Mistefa kesekî kêrhatiye.

11-Dr. Beyan Kerîmî:

Em dizanin ku vê dawiyê romanivîsê kurd Bextyar Elî xelata Nilly Sachs a almanî wergirt, pirsa min ew e ka romana kurdî niha di kîjan astê de ye? Çawa ew dikare bêtir li cîhanê belav bibe û were nasîn? Hûn rola wergêran çawa dinirxînin û kîjan proje sebaret vê armancê pêwiste e?

Bersiva 11:

Romana kurdî her bi pêş de diçe. Romanivîsên kurd jî, çi yên ku bi kurdî dinivîsin û çi yên ku bi zimanên din dinivîsin, êdî têne naskirin. Bi gavin m ezin û bixwebawer romana kurdî xwe digihîna asta romana cîhanî.

Ji bo ku romana kurdî li asta cîhanî bêtir were naskirin, divê stratejiyek wergerê hebe. Divê sazî hebin ku dengê romana kurdî bigihînin dunyayê. Bextyar Elî wê negihaba vê astê û her êsîrê zimanê xwe ba eger nehatiba wergerandin bi almanî. Niha wergerandina romana wî Hinara Dawî a Dinyayê bû deriyek ku romana kurdî were naskirin. Ez şeva xelatkirina wî amade bûm, kêfa min gelekî hat. Lê ew gav tenê ne bes e, divê romanivîsên kurd li ser pira wergerandinê xwe bigihînin qada cîhanîbûnê. Ev yek jî divê sazî bikin. Romanivîs bi hêza xwe ya takekes nikare her tiştî bike.

spas