Serrûpel Nûçe Nêçîrvan Barzanî ji bo Efrînê bi De Mestura re civiya

Nêçîrvan Barzanî ji bo Efrînê bi De Mestura re civiya

Belav bike

Di dema birêveçûna konferansa Mûnşin a asayîşê de serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi şanderê neteweyên yekbûyî ji bo krîza Sûriyê Stêfan De Dîmistora re civiya.

Nêçîrvan Barzanî daxwaz kir ku çareseriyek ji rewşa Efrînê re bê dîtin daku zerer negihê xelkê Efrînê.

Piştî bidawîhatina civînê, Nêçîrvan Barzanî bersiva pirsên rojnamevanan da û got di civîn bi DÎmistora re wan behsa rewşa Efrînê kirine, û daxwaz kir ku çareseriyek bê dîtin, daku zerer negihê xelkê Efrînê.

Serokwezîr her wiha daxuyakirin ku rewşa Efrînê gelekî aloze û girêdana wê bi gelek aliyan ve heye, wek Amerîka, Rûsya, Tirkiye û Îranê.