Serrûpel Nûçe Milîsên hikûmeta Sûriyê bi rêkeftina ligel YPG derbasî Efrînê bûn (Vîdyo)

Milîsên hikûmeta Sûriyê bi rêkeftina ligel YPG derbasî Efrînê bûn (Vîdyo)

Belav bike

Hêzên Şebî yên hikûmeta Sûriyê derbasî nav Efrînê bûn, di nav wê hêzê de tank û rokêtên li dijî balafiran jî cihê xwe digirin.

VÎDYO

Her wiha ligel derbasbûna hêzên Şeibî, Efrîn ji aliyê Artêşa Tirkiyê ve tê topbarankirin.

Li gorî medyaya ser bi hikûmeta sûrî, di heman demê de ku Hêzên Şeibî derbasî Efrînê dibin, hser bi opozisyona sûrî ji Ezazê Hêzên Şeibî yên ser bi hikûmeta sûrî topbaran dikin.