Şêwirmendê Civata Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di hevpeyvînekê de li gel malpera Al Monitor ya Amerîkî ragihand, ku ti carî xewna serxebûna Kurdistanê namire û got: Piroseya referandumê giring bû, daku hemû civaka navdewletî û bi taybetî jî Hikûmeta Iraqê hez û viyana gelê Kurdistanê ji bo serxebûnê bibînin.
Herwiha Mesrûr Barzanî ragihand, ew gava Kurdan avêtî, ne tawan bû, ew tenê eşkerakirina xwesteka gelê me bû û rawestana civaka navdewletî li dijî wê xwestekê, berovajî hemû bingeh û pirensîpên Netewên Yekgirtî bû.
Di berdewamiya axiftna xwe de, Mesrûr Barzanî eşkere kir, ku wan berî referandumê, bi gellek welatan re ew yek behs kirin û ti welatekî tev Iraqê jî, dijatiya xwe ji bo mafên çarenivîsî û serxwebûna Kurdistanê nedan xuyakirin û tenê têbîniyên wan li ser dema encamdana referandumê hebûn.
Mesrûr Barzanî ku niha li Amerîka ye û li gel berpirsên pile bilind ên îdara Donald Trump civînan lidar dixe, derbarê sizayên Bexdayê li ser Herêma Kurdistanê got: “Rawestandina geştên navdewletî li firîngehên Herêma Kurdistanê û sizayên Bexdayê li ser Herêma Kurdistanê, biryareke nedestûrî bû û nabe firîngeh têkelî pirsên siyasî bên kirin”.
Got jî: “Niha gotûbêj ji bo vekirina firîngehan berdewam in û Kurdan piraniya mercên Bexdayê qebûl kirine, lê Bexda her û her bihaneyan derdixe û niha ti bihaneyek ji bo vekirina firîngehan nemaye û tenê girtina wan biryareke siyasî ye û ew jî bûye beşek ji piropagendeya hilbijartinan”.
Herwiha Mesrûr Barzanî eşkere kir: “Ku di çarçoveya Konfiransa Asayişa Cîhanî li Munichen, em li gel serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî civiyan, li wir Ebadî soza vekirina firîngehan da, lê berî niha jî sozên wiha dabû û sozên xwe bicî nekiribû, niha jî em li bendî ne gelo wê Ebadî sozên xwe bicî bike yan nake”.
Di roja 25ê Êlûna sala derbasbûyî de, li seranserî Herêma Kurdistanê tev Kerkûkê û navçeyên din yên Kurdistanî, referanduma serxwebûnê hat encamdan û 93% ji beşdarbûyan, deng ji bo serxwebûna Kurdistanê dan. K24