Serrûpel Nûçe Çekdar derbasî bajarê Efrînê bûn û peykerê KAWA gulebaran kirin

Çekdar derbasî bajarê Efrînê bûn û peykerê KAWA gulebaran kirin

Belav bike

Di roja 58 an a êrîşê de, Artêşa Tirkiye û çekdarên opozisyona Sûriyê derbasî nav bajarê Efrînê bûn û bi temamî destê xwe danîn ser navenda bajêr, peykerê Kawayê Hesinkar xerab kirin û çend mal hatin şewtandin.

Îro Artêşa Tirkiyê û çekdarên opozisyona Sûriyê derbasî nav bajarê Efrînê bûn, ew jî piştî derketina YPGê û piraniya welatiyên sivîl ji nav bajar.
Artêşa Tirkiyê û aliyên çekd ên opozisyonê dîmenên xwe li nav bajarê Efrînê belav kirin, ku li gor van dmenan derdikeve ku wan bi temamî dest girtiye bi ser navenda bajarê Efrînê, ku ji 20 meha yekê êrîşê destpê kiribû.