Serrûpel Nûçe Fûad Elîko: ENKS wê derbasî Efrînê bibe

Fûad Elîko: ENKS wê derbasî Efrînê bibe

Belav bike

Nûnerê ENKSê li nav Itîlafa Opozisyona Sûriyê daxuyakirin ku lihevkirin çêbûye ku xelkê Efrînê devera xwe birêve bibin û daxwaz ji saziyên navdewletî kir ku derbasî nav Efrînê bibin.

Endamê desteya siyasî ya Itîlafa Opozisyona Sûriyê, ku di heman demê de yek ji nûnerên ENKSê ye, Fûad Elîko, ji Tora Medyayî ya Rûdawê re eşkere kir ku Artêşa Azad rê li ber vegera xelkê bo nav Efrînê û gundewarê wê vekiriye, lê PYD û rijêma Sûriyê nahêlin xelkê Efrînê vegere.

Fûad Elîko her wiha daxwaz ji xelkê Efrînê kir ku vegerin nav malên xwe û got niha ENKSê ji ber ku komîteyên wê li Efrînê jihev ketine nikare têkiliyê bi heval û endamên xwe re deyne.

Nûnerê ENKSê li nav Itîlafa Opozisyona Sûriyê, daxuyakirin ku tu guhertineke demografîk li Efrînê nehatiye kirin, lê heger xelk venegere nav malên xwe metisriya wê yekê heye ku koçberên nav kampan di nava Efrînê bêne bicihkirin.