Serrûpel Foto Rewşan Çeliker stranan çawa dibêje – Hevpeyvîn, Vîdyo

Rewşan Çeliker stranan çawa dibêje – Hevpeyvîn, Vîdyo

Belav bike

Hunermenda Kurd Rewşan Çeliker ku li gor şêwazên Raggy û Blues distre, muzîka Kurdî û Ermenî bi şêweyeke cuda têkel dike.

 

Stranbêja hêja bi dengê xwe yê zîz û zelal, bi rengê nû, muzîka klasîk a Kurdî cardin dixwîne.

 

Rewşan Çeliker dibêje, ji bo ku hunermendek bi awayekî baş berhemên xwe çêbike, divê bi kevneşopî û nirxên xwe berhemên xwe pêk bîne û herêma Serhedê jî weke navenda meqamê dengbêjiyê bi nav dike.

 

Stranbêja Kurd ku dibêje şêwaza muzîka wî ji taybetmendiyên dengên erdnîgariya herêma ku lê ji dayîk bûye pêk hatiye, bersiv da pirsên Rûdawê.

 

Jiyana we ya muzîkê çawa dest pê kir û pêşve çû?

 

Dema ku ez biçûk bûm û diya min li ber guhê min dilorî, ji dengê wê û dema ku civata dengbêjan ku li mala xalên min ên ku di rêya koçberiyê de diçûn û dihatin pêk dihat û bi dengên Radyoya Êrîvanê têkiliya min a bi muzîkê re dest pê kir. Di malbata min de xwendina stranan her tim dihate xwestin.

 

Ne mimkun bû ku em şermokiya xwe bidomînin. Çimku ji bo me kevneşopiyeke sirûştî bû ku her dema derfet çêbibe stran were gotin û stranan biavêjin ber hev. Ez demekê fêrî tembûrê bûm. Dema ku min serdana Îranê kir, ji kekê xwe diyariyeke kemanê ku jiyana min a muzîkê honand stand. Bi vî awayî serpêhatiya min a bi kemanê dest pê kir.

 

Min ji aliyekî ve li zanîngehê psîkolojî dixwend û ji aliyê din ve jî fêrî kemanê dibûm. Piştre min li Hunerên Ciwan a Pera ya Stenbolê perwerdeya keman-viyola û armonî dît. Herwiha beşdarî orkestrayên konsertên caz û odayê bûm. Demeke dirêj min li Orkestraya Muzîkên Fîlman ên Stenbolê konser da û min bala xwe da xebatên muzîkên fîlman.

 

Min di sala 2017an de lîsansa xwe ya bilind a aktoriyê li Zanîngeha Bahçeşehîrê temam kir û li ser tiyatroya muzîkal a Edith Piaf xebitîm. Dema ku ez di sala 2011ê de ji bo projeya Orkestraya Senfonî ya Melodiyên Aştiyê çûm Êrîvanê, min dît ku muzîka Ermenî û Kurdî gelek ji hev sûd werdigrin. Min wê demê biryar da, êdî ezê stanên Ermenî ku ji wan gelek hez dikim, bistrêm jî.

 

Piştre ez weke keseke ku bi zimanê vê axê stranan dibêje, di koma rock a bi navê Horizon de weke kemanjen beşdarî konsertan bûm. Bû salekê, ligel endamên heman komê Vartkes Keşiş, Hakan Kaya û Hazal Akkerman xebatên xwe yên muzîkê yên solo akustîk didomînim.

 

Rengê deng û xwendina we ciyawaz e. Dema ku mirov guhdarî dike, muzîka Kurdî ya Xorasanê û hinek jî muzîka Latîn hîs dike. Gelo we ev bi xebateke taybet bi dest xist an dengê we yê sirûştî ye?

 

Ji ber taybetmendiya deng û gewriya wê erdnîgariyê ye ku ez lê ji dayîk bûme. Herwiha bandora xebata muzîkê jî heye.

 

 

(Çavkanî: Kanala Youtube a Rewşan Çeliker, strana Ax Lê Wesê)
Di van salên dawî de şêwazeke muzîkê ya bi têkeliya muzîka Kurdî û muzîka rojavayê cîhanê çêbû. Li gor we bandora wê ya erênî-neyênî li ser muzîka Kurdî dê çawa bibe? 

Ne tenê muzîka Kurdî, peywendiya hemû muzîkên cîhanê heye. Hunermend û komên rojavayî, dema ku bi amûrên muzîkê yên rojhilat û bi formên muzîka rojhilat aranjeyên xwe pêk tînin, di civaka xwe de weke şêwazeke nû cih dibînin.

 

Şêwazên ciyawaz yên muzîka Kurdan hene, weke mînak Koçgirî, Soran, Serhed û Botan û hwd. Gelo hunermendên Kurd ji vê dewlemendiyê çi qas sûdê werdigrin?

 

Ez wisa bawer im her hunermendek dema ku li gor civak û rewşa ku têde ye tevbigere dikare bêhtir berhem bîne. Weke mînak herêma Serhedê, bi taybetî li ser dengbêjiyê ji bo Kurdan navendeke giring e. Hunermend dema ku hewl dide dewlemendiyê fêm bike, tenê dikare dema rewşa ku têde dijî, bi bajar, edebiyat û felsefeyê têkel bike dewlemendî zêde dibe.

 

Her çi qas tê dîtin ku van demên dawî di muzîka Kurdî de rengekî ciyawaz ku dişibe muzîka rojavayê cîhanê heye, tevî vê yekê stranên stranbêjên ciwan ên Kurd, ji kilam û stranên klasîk ên Kurdan têne wergirtin. Gelo em dikarin bibêjin ku ji aliyê deng û awazê ve muzîka Kurdî pêş nakeve?

 

Em dikarin li vir behsa pêwîstiya têkelbûna bi dîsîplînên muzîkê bikin. Carinan pêşdarazî li hember stranbêjên Jazz, Blues, Rocka Kurdî çêdibe. Ez wisa bawer im muzîkjenên ciwan ên Kurd di destpêşxeriyên xwe yên ceribandina dîsîplînên ciyawaz ên muzîkê de dikevin bin bandora vê pêşdaraziyê. Em dikarin li vir vê yekê bipirsin; gelo huner ew e ku bi ser mirovan de tê ferzkirin, yan huner li dijî wê ferzkirinê ye? Bersiva ku hunermend li hember vê pirsê dide gelek giring e.

 

Herî zêde kîjan hunermedên Kurd û cîhanî bandor li ser we kirine?

 

Hunermendên Radyoya Êrîvanê, Ciwan Haco û Gomîdas ku Ermenî ye. Herwiha ez Beatles û Leonard Cohen gelek guhdarî dikim.