Serrûpel Nûçe Emerîka Esed tirsand: Armanca me ne rûxandina Esed e

Emerîka Esed tirsand: Armanca me ne rûxandina Esed e

Belav bike

Penatgonê ragihand ku êrîşa AMmerîka, Brîtanya û Fransa li Sûriyê armanca xwe pêk aniye, û got armanc ne bidawî anîna serokatiya Esed e lê ew bi tenê bersiveke li hember bikaranîna çekên kîmawî.

Piştî êrîşa vê sibehê ya Amerîka, Brîtanya û Fransa bi ser çend pêgeh û navendên leşkerî yên hikûmeta Sûriyê, Wezareta Berevaniya Amerîka ragihand, ku operasyona hevbeş bi rêyeke dirust hatiye encmdan û zererên herî kêm gihiştine jêrxaneya Sûriyê.
Pentagonê ragihand, ku tevahiya armancên destnîşankirî hatine pêkanîn, û mebest ji vê operasyonê ne jinavbirina rijêma Esed e, lê ev wek bersivekê bû li hember bikaranîna çekên kîmawî ji aliyê hêzên hikûmeta Sûriyê li dijî xelkê vî welatî.