Serrûpel Nûçe PDK-S: PYD hevalekî me yê serkirde teslîmî rêjîma Sûriyê kiriye

PDK-S: PYD hevalekî me yê serkirde teslîmî rêjîma Sûriyê kiriye

Belav bike

Berpirsekî Partiya Demokrat ya Kurdistana Sûriyê (PDKS) dibêje, PYDê hevalekî wan teslîmî rêjîma Sûriyê kiriye.

Endamê polîtburoya PDKSê Beşar Emîn ji BasNewsê re got, divê PYD dest ji siyaseta xelet û girtin û sirgûnkirina endam û rayedarên me berde.

Beşar Emîn behsa rewşa rayedarê PDKSê Ebdulrehman Apo, ku ev demek dirêj e ji aliyê PYDê ve hatiye girtin, jî kir û got, em gihîştine wê baweriyê ku PYDê Ebdulrehman Apo teslîmî rêjîma Sûriyê kiriye.