Serrûpel Nûçe Ehmed Qasim: Bangewazî

Ehmed Qasim: Bangewazî

Belav bike

Ez dibêjim qey dem hatîye ku her kesek ji me ( ji tevgera siyasî ya kurdî li Sûrî- başûrê roj avayê kurdistan ) li xwe vegerê û destê xwe bidê ser dilê xwe û ji xwe û bi xwe re bibêje idî bese ka heta niha min çi kir û kar û zirarê min li vî xelkî çîye? Gelo qey carekê em ji xwe napirsin çima em wisa perçe perçe bûne û yek nikanê ji yekî re bibêje aferî te ev karê baş kirîye? Tenê em zanin hevdu pîs û riswa bikin.. ma qey kesek ji xebatkar û têkoşerin kurd mayîye ku riswa nebûye ji hêlekê li dijî hêla din? Carekêjî bila yek bibêje minjî ev ne başî kirîye.. ez bûme sedema perçebûna vê partîyê.. min di filan cî de şaşî kirîye.. min zirar gîhandîye filan têkoşerî û min ew ji rêza xebatê bi dûr xistîye bi bêbextîyên pîs bi derewîn? Gelo ma ku em li şaşîyin xwe venegerin da ku em zanibin sedemên wan şaşîyan çibûn û ji xwe re bikne ezmûn û jê sûdê wergirin di rojên pêş de da ku ew şaşî dûbare nebin çawa emê xwe ser rast bikin? Li dirêjîya 63 salan ji temenê vê tevgerê me nebhîstî lêkolîneke zanistî ji tevgerê re çêbûye, û rexneyin bingehîn ji kok û binyada vê tevgerê re hatîye efrandin û tevayîya tevgerê erênî li ser kirî ye. Eger yek ji hêla xwe de li gor ezmûna xwe bi tevgerê re rexneyekê yan lêkolîneke rexneyî daxîne çapemenîyê jî, wê sed êriş werne ser wî û hezar bêbextîyin pîs û bi kirêt pê ve werne girêdan bê ko wê lêkolînê şirovekin û rastî û nerastîya wê bi şêwakî zanistî ji hev vebjêrin û aşkere bikin!!? Ez dibêji qey idî dem hetîye em li rarûyê hev bisekinin û ji hevdu re bibêji: hê hê ma tu bi ku ve diçî û tu çi dikî û çi dixwezî û vî xelkî dixwazî bighînî kur? Her partîyekê ji partîyan li gor xwe û hebûn û bandora xwe şaşî kirine. Ma ev bi dehane partî hatine damezrandin, çi di riya perçebûnê re yan jî bi lihevkirina çendekan ji xwe re hevgirêdanek saz kirine û nav li xwe kirine partî qey ji bo xebateke netewî û têkoşera ji bo azadî ye? Eger em bi tevayî û bi ket û ber nerne pêş lêpirsînê û xwe rexne nekin û van pirsin min anîne ziman bersivan jê re nebînin, wê demê em tev tewanbarin li pêş durustmenîya vî gelî.. em tev tometbar dibin li beramberî rastîya doza kurdî, em tev li yaqî sezaya vê tawanê dibin. Şoreşa Sûrî ev heft sal di ser re borîn û em wekî kurd bi hev ketine, haya me ji rewşa gel tuneye. Kobanî wêran bû, gelê Kobanî koçber bû, civak ji ber hev ket, abûrî hilweşî û nema ji dizîna navxweyî û pergal belakirina bi dest xweyî? Pêncî sale din xelkê Kobanî bi ser xwe nayê.. çima? bersiv çêkirî û amadeye.. Daiş bi ser de hat.. Daiş dizî kir.. Daiş kobanî wêran kir.. Daiş berê xelkê daye koçberî yê.. Daiş şeva komkujîyê bi serê xelkê Kobanîyê de anî.. û Daiş û Daiş û Daiş… qey carekê em ji xwe re nabêjin evjî guneh yan şaşîyê me bûn. Mixabin em wek ê rivok me ji xwe re sedem û mebestên riva xwe amade kirin, lê di rastîyê de em bûne sedema tavayê filêketan. Efrîn îro roj ji Kobanî wêrantir dibe, û sedem û mebest berê amadene ku dijmindarîya Tûrkîya bi Kurdan re wusa lê kirîye.. Em berê zanin ku em di nava lep û pençeyên guran dane.. qey ne pêwist û giringe li gora rewşê em gavin xwe bavêjin? Pirsekî mezin eze bipirsim, belku hinek sixêfan jî bedne rûyê min: eger ne balefirin hevpeymanîbana wê Kobanî bihata rizgarkirin? eger ne balefirin hevpeymanîbana wê başûrê kurdistanê nehata dagîrkirin ji hêla çetayên Daişê de? çima em vê rastîyê vedşêrin, tenê em em zanin navin qelew li hewlên xwe bikin. li gel silav û rêz ji canên wan pakrewanin berxwedanê re û ez bi hurmet bedena xwe ji wan re xar dikim, lê siyaseta ku ew dane ber kêrê siyaseteke çewt û şaş û ber bi wêranî de bû û hîn jî berdewame. Me kanibû bi diz û eşqiya û hovan re li hev bikira, lê em bixwe û xwe li hev nakin.. ENKS û TEV-DEM ê bûne belayê serê kurdan.. her hêlekê komek sîxur li dor xwe kom kirina û her hêlek filêketin têne serî Kurdan dixne istîyê hêla din û bi derewan. PYD dibîne PDK-S baskê Berzanî li Sûrî ye, û Berzanî di bin baskê Tûrkîya dê û Tûrk dijminê kurdane, yanî tê wê wateyê ku Berzanî dijmine yanî PDK-S dijmine û bi çavê dijmanetî li her hewlên PDK-S dinêre.. li hêla din PDK-S jî wusa li PYD dinê re ku ti istîxbarat li dinyayê nemaye û PYD ya baskê PKK ya Sûrî ye ji bercewendîya wan re dixebitê, û bi vî hawayî Kurd xistine rewşeke tarî. Ne ku min du alî bi nav kirin û yên din nakevne ber tewanbarîyê.. tevyî partîyan ketine ber rapirsî ya dîrokî û pêwîste her yek ji wan bersivin xwe bidin û şaşîyên xwe rexne bikin li pêş gelê xwe û vî gelî ji nava tarî û asoya girtî derînin