Serrûpel Nûçe Dr. Ebdulmecîd Şêxo serbest hate berdan

Dr. Ebdulmecîd Şêxo serbest hate berdan

Belav bike

Dr. Ebdulmecîd Şêxo ku li Efrînê ji aliyê çekdaran ve hatibû girtin, serbest hate berdan.

Ew 4 vê mehê ji aliyê çekdaran ve hatibû girtin.

Çekdaran ew ji mala wî derxistin û birin Ezazê, ku di bin kontrola opozîsyona Sûriyê û hikûmeta Tirkiyê de ye.

Berê dema ku Kantona Efrînê hebû, ew serokê fakulteya edebiyatê bû li zankoya Efrînê.

Dr. Ebdulmecid Şêxo, di sala 1951 de li Efrînê ji dayîk bû ye, û di sala 1988 de, li Mosko doktoraya xwe di warê rojnamevanî de çêkiriye.

Ew di sala 1973 çûye Almanya, ji wir çûye Rûsya.

Heta niha nayê zanîn, çi bi serê wî hatiye û ji ber çi hatiye girtin.

Gelek berhemên wî bi zimanê kurdî û erebî hene.