Serrûpel Nûçe ENKS: Divê hêzên biyanî ji Efrînê derkevin

ENKS: Divê hêzên biyanî ji Efrînê derkevin

Belav bike

Encûmena Niştimaniya Kurd li Sûriyê daxwaza vekişandina hêzên Tirkiyê û grûpên çekdar ji herêma Efrînê dike.
Di daxuyaniyekê de, Emîndariya Giştî ya ENKSê daxwaz kir ku tevahiya hêz û grûpên çekdar, di nav de jî hêzên Tirkiyê, ji Efrînê derkevin.

Di heman daxuyaniyê de, ENKSê daxwaz kir ku rê li pêşiya xelkê Efrînê were vekirin ji bo ku bi ewlehî vegerin ser malên xwe û karûbarên xwe bê destêwerdana Tirkiyê yan her aliyekî din bi rê ve bibin.

Li gorî daxuyaniyê, Emîndariya Giştî ya ENKSê di civîna xwe ya asayî de daxwaza bi belgekirina binpêkirinan û guhertina demografî li Efrînê kiriye û her weha daxwaza parastina navdewletî ji bo herêmê kiriye.

Li gorî heman daxuyaniyê, ENKSê muamele û kiryarên PYDê li hember ENKSê û girtina endam û serkirdeyên wê şermezar kirine.