Serrûpel Magazîn Derhênerekî Kurd Rêber Doskî li Kobanî Sînema ava dike – Vîdyo

Derhênerekî Kurd Rêber Doskî li Kobanî Sînema ava dike – Vîdyo

Belav bike

Derhênerekî Kurd li Kobanê akademiya sînemayê vedike

Derhênerekî Kurd ê bi navê Rêber Doskî akademiya sînemayê li bajarê Kobanê yê Rojavayê Kurdistanê vedike.

VÎDYO

Derhêner û sînemakarê Kurd, Rêber Doskî di vê bareyê de ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand, ku piştî gelek hewlan ew dê Beşa Sînemayê li Zanîngeha Kobanê ya li Rojavayê Kurdistanê veke.

 

Rêber Doskî ku du fîlm li ser Kobanê çê kirine, diyar kir, piştî gelek hewlên takekesî, wî ligel çend aliyan, heta niha bêhtirî milyonek û 300 hezar dolar kom kiriye û ew dê bi wan pereyan Beşa Sînemayê li Zanîngeha Kobanê veke.

 

Doskî herwiha ji Rûdawê re ragihand, ku berî çend rojan wî serdana Kobanê kiribû û ligel şaredariya vî bajarî civiyabû.

 

Bi gotina Rêber Doskî, Şaredariya Kobanê jî li ser wê yekê razî bûye, ku parçeyeke zevî ji bo Beşê Sînemayê terxan bike.

 

Doskî, xwediyê fîlma “Segvanê Kobanê” û fîlma “Radyo Kobanê” ye, ku gelek xelatên navdewletî wergirtine.

 

Rêber Doskî derbarê sedema hizra wî bo cîbicîkirina projeyeke bi vî awayî de ji Rûdawê re ragihand, ku ew bi xwe ji malbateke kurdperwer û pêşmergeperwer e û bavê wî li Başûrê Kurdistanê pêşmergetî kiriye, lê bi gotina wî çê nabe ku di rêya xebata rizgariyê de çek hilgirin, ji ber wê jî ew dixwaze bi sînemayê, fîlm û kamêrayan berdewamî bi vê xebatê bide.

 

Rêber Doskî bi xwe xelkê Başûrê Kurdistanê ye û niha li welatê Holandayê nîştecih e. Rûdaw