Serrûpel Nûçe ENKS diçe Rûsya û ligel cîgirê wezîrê derve yê Rûsya Bogdanov dicive

ENKS diçe Rûsya û ligel cîgirê wezîrê derve yê Rûsya Bogdanov dicive

Belav bike

Şandeke bilind ji Encûmena Niştîmaniya Kurd li Sûriyê ENKSê serdana Mosko dike, û digel wezareta Derve ya Rûsiya dicive.

Endamê komîteya peywendiyên derve ya ENKSê Îbrahîm Biro ragihand, şand wê bi serokatiya serokê ENKSê Siûd Mela, û endametiya Kamîran Haco, Îbrahîm Biro û Hewas Egîd wê sibe yekşemê serdana Mosko bikin û digel cîgirê wezîrê derve yê Rûsya Mîxaîl Bogdanov bicivin.