Serrûpel Nûçe Eker û Karayilan bersiva hev dan

Eker û Karayilan bersiva hev dan

Belav bike

Endamê Desteya Rêveber ê PKKê Murat Karayilan bersiva Cigîrê Serokê AK-Partiyê Mehdî Eker dide û radigihîne, yên ku pêvajoya aştiyê têk daye ne ew in, lê hikûmeta AK-Partiyê bixwe ye.

Endamê Desteya Rêveber ê PKKê Murat Karayilan ji ajanseke nêzikê PKKê re axivî û rexneyên tund li Cigîrê Serokê AK-Partiyê Mehdî Ekerî girt û bersiva wî da û got, ji bo çareserkirina pirsa Kurdî ti carî armanceke AK-Partiyê ç ênebûye.

Karayilan da zanîn jî, yê pêvajoya aştiyê têk daye, ne ew in lê AK-Partî bixwe ye. Yê ku di pêvajoya aştiyê de dilsoz bûye PKK bû, lê AK-Partî dilsoz nebû û aramnca hikûmeta Tirkiyê jinavbirina PKKê bû.

Berî niha 2 rojan Mehdî Eker li Diyarbekirê di derbarê pêvajoya aştiyê de axivîbû û gotibû, PKK pêvajoyê têk daye.

Karayilan da xuyakirin jî ku ji ber polîtîkayên qirêj ên dewleta Tirkiyê, ew neçar man xwe biparêzin û got, “Şerê ku em dikin şerê xweparastinê ye. Bêguman em xwe bi rengê îdeolojîk, çandî û siyasî ve diparêzin. K24