Serrûpel Nûçe Çekdaran li Şiyê li Efrînê Kurdê bi navê Mehmûd Nesan girtin û...

Çekdaran li Şiyê li Efrînê Kurdê bi navê Mehmûd Nesan girtin û îşkencekirin

Belav bike
Li nahiya Şiyê, li Efrînê çekdaran êrîşî mala welatiyê bi navê Mehmûd Nesan Şêxo kirin, li jin û zilamên ku di mal de bûn xistin û ew îşkence kirin û bi xwe re birin qereqola Şiyê, li wir jî ew îşkencekirin.
Sedema vê êrîşê jî ew bû ku di navbera kurekî Mehmûd Nesan û serokê Mexferê de kêşe li ser hinek tiştan derketiye. Li ser derketina wê problemê, çekdaran 25 ciwan ji xizmên Mehmûd Nesan girtin.

Biraziyê kesê girtî, Emîn Şêxo ragihand ku apê wî di bin îşkencê de birîndar bûye, û heta niha ew li qereqolê girtiye.