Serrûpel Nûçe Kê sûret girtin û servîs kirin?

Kê sûret girtin û servîs kirin?

Belav bike

Parlamenterê HDPê yê Enqereyê Sirri Sureyya Onder di axaftina xwe de ji bo wêneyên Îmraliyê ku hatibûn belavkirin ragihand ku wê ji aliyê dewletê ve hatin kişandin û servîskirin.

Parlamenterê HDPê yê Enqereyê Sirri Sureyya Onder di axaftina xwe de pirsa bersivên Mahmut Licaliyê rojnameya Cumhuriyetê dan û ji bo wêneyên Îmraliyê ku hatibûn belavkirin got: “Di dema pêvajoya çareseriyê de ew wêneyên Îmraliyê ji aliyê saziyên dewletê ve hatin kişandin. Ew wêne ji aliyê saziyên nêzî hikûmetê ve hat servîskirin. Niha sûcdîtina wêneyan hêviya aştî ya pêşerojê têk dibe.”Sirri Sureyya Onder di berdewamiya axaftina xwe de got: “Wêneyên Îmraliyê ne me kişandin û ne me servîskirin. Dewletê bi xwe kişand. Jixwe şensekî me yê servîskirinê tuneye. Wêneyên ku li Qendîlê hatin kişandin ji aliyê hemû çapemeniyê ve bi erênî hat nirxandin. Hinek parlamenterên ku niha di AKPê de bûne namzed pesnê kesên ku di wêne de cih girtibûn didan.”

Onder di dirêjiya axaftina xwe de got: “Şerekî ku hetanî bi hetayê dewam kiribe tuneye. Herdu alî jî berpirsyar in ku rojekê li ser maseya aştiyê rûnên. Sûcdîtina wêneyan hêviya aştî ya pêşerojê dînamît dike.”