Serrûpel Nûçe Nivîskarê Iraqî: Keça Fuad Mehsûm mohra serokomariyê bikar tîne!

Nivîskarê Iraqî: Keça Fuad Mehsûm mohra serokomariyê bikar tîne!

Belav bike

Nivîskarê rojnameya Elmeda Elî Ebdulxaliq aşkera kir ku keça Serokkomarê Iraqê mohra serokomar bikartîne.

Nivîskar Elî Ebdulxaliq ku di gotara xwe ya rojnameya Elmeda de rexneyên tund li Serokomarê Iraqê Fuad Mehsûm kirin û ragehand heta naha nekariye erkên xwe bicîh bîne û di karên xwe de bêxem bûye. Herwaha got berî bibe serokomar, Fuad Mehsûm di xeyalên xwe de jî erkekî waha nedîtibû û ji ber wê difikirî biçe Londonê û jiyana di nav malbata xwe de dikir.

Herwaha got, Fuad Mehsûm qesra serokomariyê guhertiye kiriye mala malbata xwe ku mêvandariyê bike ji bira, xwîşk, mam, xal û kesên derdora xwe û dibêje: ‘’Mehsûm wisa kiriye ku serokomarî bûye balkonek bo keça wî Ciwane tê de keyf dikê û mohra serokomariyê jî bi kiryar di destê wê de ye û bikartîne.’’

Elî Ebdulxaliq got, Serokkomarê Iraqê biyareke xwe ji Londonê ve aniye ku ‘’kareke asan bide wî û ew wek şarazayê çavdêrê qesrên serokkomar erkdar kiriye.’’ Û got: ‘’Mehsûm birayeke xwe yê din jî wek şêwirmendek giştgîr erkdar kiriye. Kurê xwîşka xwe wek şêwirmendê mûçeyê mehane erkdar kiriye. Êdî hêdî hêdî bazineya malbat û kesûkarên wî li dora wî berfireh bûn û heta wisa lê hat ku mixabin xelk gumanê ji wî dikin.’’ Bas