Serrûpel Nûçe Yildirim: Di nava 90 rojan de plana Emerîka – Tirkiyê ji bo Minbicê...

Yildirim: Di nava 90 rojan de plana Emerîka – Tirkiyê ji bo Minbicê tê bi cîkirin

Belav bike
Serokwezîrê Tirkiyê Bînalî Yildirim daxuyakirin ku rêkeftina Amerîka û Tirkiyê derbarê Minbicê de, wê di 3 mehan de bê bicihkirin, li gor rêkeftinê tevahiya endam û şervanên YPGê tên derxistin û encûmeneke xwecihî tê avakirin.

Bînalî Yildirim, got welatê wî guh nade wê yekê ka ev dever rojhilat yan jî rojavayê Firatê ye, lê ew guh dide tehdîda li ser ewlehiya xwe û wê bi her wayekî li dijî wê tehdîdê derkeve, ji ber vê yekê Tirkiye û Amerîka gihiştne rêkeftineke taybet derbarê rewşa Minbicê de.

Yildirim balkişand ser vegera penaberên Sûriyê ji bo welatê xwe, û got: Heya niha nêzîkî 160 hezar penaberên Sûriyê ji Tirkiyê vegeriyane devera di bin kontrola hêzên Mertala Firatê de, herwisa nêzîkî 60 hezar penaber jî, ji Tirkiyê derbasî Efrînê bûne.