Serrûpel Nûçe Asayîşa Kobanî 2 girtiyên siyasî berdan

Asayîşa Kobanî 2 girtiyên siyasî berdan

Belav bike

Asayişa Rojava endamekî Partiya Demokrat a Kurdistanê – Sûriye (PDK-S) û serkirdeyekî berê yê Partiya Azadî li Kobanê ji zîndana xwe azad dike.

Jêderekê ji PDK-Sê ji K24ê re ragihand, îro Asayişa Rojava endamên Komîta Herêmê ya PDK-Sê Mehmûd Weyso ji zîndana gundê Sirînê ya ser bi Kobanê ve azad kir.

Mehmûd Weyso ku roja 5 Gulanê dema ji bajarê Reqa dihat Kobanê, ji aliyê asayişê ve hatibû girtin.

Wî jêderî da zanîn jî, serkirdeyê berê yê Partiya Azadî ya Kurdî Ednan Ebûd ê ji bajarê Kobanê ku roja 23 Gulanê ji aliyê asayişê ve hatibû girtin, hat azadkirin.

Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) berî çend rojan di daxuyaniyekê de girtina endam û alîgirên xwe ji aliyê Asayişa Rojava ve şermezar kiribû û daxwaza berdana hemû girtiyên siyasî ji zîndanên Rêveberiya Xweser kiribû.