Serrûpel Nûçe Kurdistanê bersiva Brîtanya da

Kurdistanê bersiva Brîtanya da

Belav bike

Di derbarê rexneyên li ser azadiya ragehandina ramanê li Herêma Kurdistanê, berpirsê komîteya bersivdana raporên navdewletî di Hikûmeta Herêma Kurdistanê de Dîndar Zêbarî bi riya K24ê, bersiva rapora wezareta derve ya Brîtanyayê da û ragihand, ku azadiya ragehandina ramanê li Herêma Kurdistanê bi yasayan ve parastî ye û her binpêkirinek di wê yasayê de hatibe kirin, em pêdeçûnê li ser dikin.

Di rapora xwe ya dawî de derbarê rewşa mafên mirovan li cîhanê, wezareta derve ya Brîtanya behsa Iraqê kiriye û di wê çarçoveyê de rexne li Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî kiriye û gotiye: Azadiya ragehandina ramanê li Herêma Kurdistanê tê astengkirin.

Li ser vê yekê Dîndar Zêbarî ew rapor red kir û çend belgeyek li ser hebûna azadiya ragehandina ramanê li Herêma Kurdistanê pêşan da.

Zêbarî got: Bêhtirî 7 hezar rojnamevan û bêhtirî 800 belavok li Herêma Kurdistanê heye, ev hejmara mezin li Herêma Kurdistanê, piştrast dike ku azadiya ragehandina ramanê di astekî bilind de ye û her pirsgirêkek hebe jî, bi rêya yasayê tê çareser kirin.