Serrûpel Nûçe Samî Hec Xelî Kurdekî Efrînê bû û bavê 4 zarokan bû ew...

Samî Hec Xelî Kurdekî Efrînê bû û bavê 4 zarokan bû ew bi darê ve girêdan

Belav bike

Çekdarên Îslamî yên bi navê Ketîbeya Ehrar El Şerqiye, bi fermandariya Ebû Hekem li Efrînê, li gundê Hec Hesena, yê Cindêrisê li Efrînê, Kurdê bi navê Samî Hec Xelîl (40) girtin û îşkence kirin.

Çekdaran roja 15.07.2018, êrîşî mala Samî kirin, û lêxistin, ew jî bi sûcê ku sîleh di mala wî de hate dîtin, piştre 2000 dolar ji Samî û birayê Îbrahîm xwestin, beramberî berdana wan.

Ew birin gundê baflo, li nêzîkî Meesreya gund, bi darê ve girêdan, 4 saatan hîştin, piştî derbasî malê bûn, çi zêr û pere û tiştên hebûn bi zorê birin, mal talan kirin.

Piştre di bin zora îşkencê de Samî Hec Xelîl jiyana xwe ji dest da.