Serrûpel Nûçe Ji bo “Sputnik Kurdî” name ji Putin re şand

Ji bo “Sputnik Kurdî” name ji Putin re şand

Belav bike

Ji ber ku malpera Sputnîk Kurdî hate girtin, nameyek ji Serokomarê Rûsyayê Vladimir Putin re hate rêkirin.

Saziya çapemeniyê ya Navnetewî ya bi navê Sputnikê ku navenda wê li Moskowê ye, di 29ê Hezîranê de weşana beşa Kurdî bi dawî kir. Kêmxwendevanî û aboriya xirab wekî sebeb hatin nîşandan.

Lê belê hat îddakirin ku sebeb, ne tenê xirabûna aboriyê ye.

Siyasetzan Doç. Dr. Ekrem Onen ji Şêwirmendê Serokomarê Rûsyayê Vladimir Putin yê bi navê Uşakov û Wezîrê Karên derve yê Rûsyayê Sergei Lavrov re nameyek rê kir.

Doç. Dr. Ekrem Onen wiha axivî: “Wekî her derên dinyayê, li Rûsyayê jî biryarên wiha ji ber sebebên siyasî têne dayîn. Çawa ku di sala 2008an de bi sebebên siyasî ev malper vebûye, girtina wê jî ji ber sebebên siyasî ye. Dibe ku xwendevan kêm bibin lê ev nabe sebeba girtinê. Li Rûsyayê gelek saziyên sivîl yên Kurdan hene. Divê Kurd hinekî dî jî dengê xwe bilind bikin da ku ev malper dîsa were vekirin.”