Serrûpel Nûçe Tirkiyê jî 2 wezîrên Emerîkî ceza kir

Tirkiyê jî 2 wezîrên Emerîkî ceza kir

Belav bike

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Edogan ragihand ku mal û milkên wezîrên dad û navxweyî yên Ameîrkayê li Tirkiyê blok dikin û ew ser xwe li hemberî gefên Amerîka naçemîne û got, divê Amerîka heman şaşiyên Yekîtiya Ewropayê dûbare neke.

 

Serokomarê Tirkiyê û Serokê Giştî yê AK Partiyê Recep Tayyip Edogan li Enqerê beşdarî 5emîn Kongreya Asayî ya partiya xwe bû û tê de gotarek pêşkêş kir.

Recep Tayyip Erdogan wiha got: “Di mijara FETO û mijara Sûriyê de ku ji bo Tirkiyê gelek girîng in, em dizanin ku ji aliyê Amerîkayê vala têne dîtin. Em vê pêvajoyê wisa bi xemgînî pêşwazî dikin ku Amerîka hinek tişta pir mezin dike û pûş û kayê tevlîhev dike. Ez dubare dikim; yên ku difikirin wê bi gefxwarinê û hinek hecetên xwe yên beredayî gavan paşde bi me bidin avêtin, ne dewleta me û ne jî gelê me nasdikin. Yên ku me bi wê yekê tawanbar dikin û dibêjin ku hûn ziraviyên sîstema Amerîkayê nizanin, ji dîrok û çanda vî gelî bêxeber in. Me ti caran serê xwe li hemberî zextên wiha netewandiye û em natewînin.”

Erdogan tekez kir ku Tirkiye ji bona polîtîkaya navxweyî ya Ewropa û Amerîkayê nabe amûr. Amerîka jî xeletiyên Ewropayê dubare dike û ev ti sûdê nade wiha pê de çû: “yê nade. Hêza Tirkiyê, ji peywendiyên dîplomatîk û aloziyên siyasî mezintir e. Em naxwazin di lîstokên ku li ser esasê wendakirinê li hemberî me têne lîstin de, binbikevin. Deriyê me ji guftûgoyan re vekirî ye, lê em ti caran nahêlin ku hinek alî xwe li ser me zal bikin.”

Serokomarê Tirkiyê herwiha anî ziman ku Amerîkayê li hemberî welatî wî bêrêzî kirî ye û wiha axivî: “Ji ber bûyera Brunson der heqê wezîrên me yên Navxweyî û Dadê de dibêjin ‘filan kesî ji nêz ve şopandiye û filan û bêvan kir’ mantiqa loma jî em dest didin ser mal û milkên wan yên li Amerîkayê nîne. Tişta li hemberî me ti kirin em jî dê bi heman şêweyî bersivê bidin.

Ez îro fermanê didim hevalên xwe. Heger hebe em dê li Tirkiyeyê mal û milkên Wezîrê Derve û Dadê yên Amerîkayê bidin sekinandin.” Rûdaw