Serrûpel Nûçe Çekdaran li Efrînê keçeke Kurd revandin heta niha nayê zanîn çi anîne...

Çekdaran li Efrînê keçeke Kurd revandin heta niha nayê zanîn çi anîne serê wê

Belav bike

Grûpa Hemzat ya ser bi çekdarên opozîsyona Sûriyê ve, keçeke Kurd li taxa Eşrefiyê ya Efrînê revandin û heta niha jî çarenivîsa wê ne diyar e.
Keça ku hatiye revandin navê wê Emel Hisên Omer e û li gor wêneyê wê ku li ser torên civakî hatiye belavkirin, temenê Emel biçûk e.
Berî mehekê jî ji gundê Elkê yê ser bi nahiya Şera ya Efrînê keçeke Kurd hatibû gulebarankirin û di cihê de hatibû kuştin.
Herweha berî 2 mehan jî jineke bi temenê ku navê wê Sultane Xelîl Nasiro bû li gundê Berad hatibû kuştin û cenazeyê wê jî li ser rêya wî gundî hatibû avêtin.