Serrûpel Nûçe Salih Mislim: Wê çekdarên Îdlibê li herêma Efrînê bi cî bikin

Salih Mislim: Wê çekdarên Îdlibê li herêma Efrînê bi cî bikin

Belav bike

Hevserokê berê yê PYDê daxuyakirin ku li gor pilana Tirkiyê ew çekdarên ku Idlibê bêne derxistin wê li Efrînê û derdora wê bêne bicihkirin.

Endamê Komîteya Têkiliyên Dilopmatîk a Tev-Demê, û hevserokê ber yê PYDê, Salih Mislim eşkere kir ku heger çekdarên li nav Idlibê ber bi Efrînê ve bêne şandin, wê demê, wê şer di navbera wan çekdaran û şervanên YPGê de derkeve û got: Efrîn gelekî giringe û divê vegere bin kontrola xelkê xwe.

Salih Mislim ev yek jî anî ziman, ku rewşa Idlibê bi temamî ne zelal e, lê pilana Rûsya tê bicihkirin û got; heya niha ne xuya ye ka Rûsya çi daye Tirkiyê, ku ew li Soçî ji bo Ildibê razî kiriye.