Serrûpel Nûçe Partiyên bakurê Kurdistanê: Referandum tapûya îradeya gelê Kurd e!

Partiyên bakurê Kurdistanê: Referandum tapûya îradeya gelê Kurd e!

Belav bike

Dildar Şoreş

BasNews- Salek di ser referanduma serbixweyiya Herêma Kurdistanê re derbas bû. Herçend dagirkerên Kurdistanê Iraq, Îran, Tirkiyeê nerazîbûnên xwe nişandan û xwestin ew referandum pêk neye jî xelkê Herêma Kurdistanê di 25ê Îlona 2017an de bi rejêya ji %93 ji dewleteke serbixwe re gotin “belê.” Partiyên Bakurê Kurdistanê ku di proseya referanduma serbixweyiya Herêma Kurdistanê de bi çalaki, konferans û pêkanîna festîvalan piştevaniha referandumê kiribûn aniha jî encamên wê gotûbêj dikin. Serokê Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) Mistefa Ozçelik,  Serokê Partiya Sosyalîstên Kurdistanê (PSK) Mesut Tek, Serokê Platftorma Demokratên Kurdistanê (PDK – BAKUR)  Sertaç Bucak,Serokê Partiya Demokrata Kurdistana Tirkiyê (PDK-T) Mehmet Emîn Kardaş ji BasNewsê re axivîn û aşkere kirin ku tikes nikare referandûmê betal bike û ew tapuya îradeya millete Kurdistanê ye.

Serokê PAKê: Ti kes nikare encamên referandûmê tune bihesibîne

Li darxistina Referandûma Serxwebûnê ya di roja 25ê îlona 2017an de hate lidarxistin, nîşana biryardarî û îradeyeke demokratîk, meşrû, netewi û Kurdistanî bû.

Dewletên weke Tirkîye, Îran, Iraq, Sûriyeyê bi gelek plan, stratejî, lehîstîk û midaxeleyan xwestin rê li ber referandûmê bigirn. Emerîka, Rûsya û Ewrûpa û hema hema dewletên cîhanê gişatan xwestin ku referandûm bê tecîl kirin. Gelek partîyên Başûrê Kurdistanê li dijî referandûmê derdiketin.Lê li gel van hemû zext û astengî û nerazîbûnan jî, ji %72yê gelê me yê Başûrê Kurdistanê çûne ser sindoqen dengdanê û ji %93yê beşdarên referandûmê ji serxwebûnê re gotin ‘Erê’.Encama referndûma serxwebûnê, îlan kirina îrade, biryardarî, bi xwe bawerî, wêrekî  û yekitîya  netewî û meşrû ya gelê Kurdistanê bû.

Lê mixabin hemû alîyên ku li dijî referandumê bûn, her yek bi awayekî  lê xwebitîn ku ka ewê ji ber vê helwesta  meşrû û demokratîk dê çawa gelê Kurdistanê ceza bikin.Di roja 16yê octobr a 2017an de bi piştgirî û  çavlê girtina  dewletên herêmê û yên navnetewî, bi alîkarîya xiyaneta nevxweyî, bi êrîşa Heşdî Şahbî û Artêşa Iraqê Kerkûk û navçeyên mijara madeya 140î ne hatin dagir kirin.Dagirkirina Kerkûkê û navçeyên din, binpêkirina îradeya meşrû û demokratîk ya gelê Kurdistanê ye.

Encamên referandûma serxwebûne weke zarokekî xwedê dayî ye; tu kes dê nikaribe vî zarokî tune bihesibîne.Heger dewleta Iraqê li gorî destûra federalî hemû maf û destekeftîyên  Başûrê Kurdistanê garantî neke, helbete ku dê rê ji îlankirina serxwebûnê re vebe. Dewletên cîhanê jî dê nikaribin demeke dirêj çavên xwe ji vê neheqîyê re bigirin. Lê kilîda rê lê vekirina serxwebûnê, yekgirtina partîyên sîyasî yên Başûrê Kurdistanê ye.

Referandûma 25ê îlona 2017an jî , encamên wê jî di eslê xwe de nîşana yekitîya netewî ye.Referandûma serxwebûnê piranîyeke gelekî mezin ya kurd û Kurdistanîyên cîhanê jî yek kir, Hestên neteweyî gihîşte asteke herî bilind.

Tirkîye, Îran û Sûrîye  jî ji ber ku bi pirsa kurd û Kurdistanê re rû bi rû ne; ji xwe tirsîyan ku referandûm û encamên wê dikare tesîra xwe li kurdên bakur, rojava û rojhilat bike. Ji ber wê jî bi qandî Iraqê wan jî xwestin referandûmê û encamên wê pûç bikin.Em bangî hemû partî û alîyên Başûrê Kurdistanê dikin da ku di parastina destkeftîyên federalî de jî, di lê xwedî derketina encamên referandûma serxwebûnê de jî, li himberî Bexdayê û li himberî dewletên cîhanê  û herêmê bi yek helwest û bi yek sîyaset û hişmendîya netewî tevbigerin.

 

Serokê PDK- Bakur Sertaç Bucak: Dewleta serbixwe wê rojekê bê avakirin

Referanduma serbixweyiya Herêma Kurdistanê di dîroka Kurdistanê de pêngaveke gelekî giring bû. Biryara referandumê ji aliye hemû partiyên siyasî yên Kurdistanê, Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ve hat stendin ku referandum pêk were. Dema refarandum çêbû û millet jî çûn ser sindoqên dengdanê derket holê ku xelkê Herêma Kurdistanê dewleteke serbixwe dixwazin. Ev îradeya gele Kurdistanê wenda nabe referandum belgename ye. Referandum biryara hemû milletên Herêma Kurdistanê ye ne tenê ya kurdan bi tene ye. Ya kêmneteweyên Kurdistanê ye. Yanî biryareke hevbeş e. Piştî referandumê xiyaneteke navxweyî çêbû û Kerkûk hat dagirkirin. Dewletên cîran jî xwestin Kurdistan lawaz bibe û ji holê rabe. Li navçeyên madeya 140 ku weke navçeyên bi nakok jî tên hesibandin jî referandum çêbû û xelkê ur dli wir jî piştgiriya xwe ji referandumê re diyar kirin. Ew îsbata gelek tiştan e. Ew proseya referandumê hîn jî berdewam dike.

30yê Îlona 2018an wê li Herêma Kurdistanê hilbijartin pêk were. Gelek kesan û derdoran di wê baweriyê de bûn ku êdî Kurdistan belav dibe parçe dibe tiştek bi navê Kurdistanê namîne. Lê derket holê ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê Parlamentoya Herêma Kurdistanê liser kare xwe ye îstîkrar dewam dike. Em piştrast in wê rojekê li erde bavûkalan li Herêma Kurdistanê dewleteke serbixwe bê danîn.

 

Serokê PDK- T Mehmet Emîn Kardaş: Wê kurd bibin serwerê welatê xwe

25ê Îlona 2017an hemû kurdên Başûrê Kurdistanê bi kelecaneke mezin çûn ser sindoqên dengdanên yên referandumê û bi rêjeya ji %93 gotin “Belê” ji serxwebûna Kurdistanê re. Ti ferqa kurdan ji neteweyên din ê dinyayê tüneye. Kurdan jî xwest weke, tirk, ereb, ecem, alman û neteweyên çarenivîsa xwe bi deste xwe diyar bikin. Ev mafekî demokratik e û di qanûnên navdewletî de ev hatiye pesendkirin.

Lê mixabin konjenktura dinyayê amade nebû welatên cîran û dagirkerên Kurdistanê amadenebûn wê referandumê nas bikin. Lê cihê kêfxweşiyê ye kurd jî li îradeya xwe xwedî derketin û serî danexistin. Kurdên herçar parçeyên Kurdistanê, kurdên dîasporayê li referandumê xwedî derketin piştgiriya xwe anîn ziman, festîval civîn û konferans birêvebirin. Helbet wê rojekê ew referandum bê naskirin.  Dema Başûrê Kurdistanê biryara referandumê da biryar liser çarenivîsa milletê xwe da ne liser talan û malwêeraniya milletên din. Kurdan tene xwest bibin serwerê welatê xwe. Ev mafê wan e. Wê her ew yek bibe û kurd rojekê bibin serwerê axa xwe û welatê xwe.

 

Serokê PSKê Mesut Tek:  Encamdana Referanduma 25ê îlonê rûdaweke dîroî bû. Ligel welatên weke, Amerîka, Brîtanya û Rûsya dixwestin referandum were paşxistin. Herwisa welatên cîran weke Iraq, Îran û Tirkiye dixwestin referandum bê betalkirin. Ligel fişar û guşaran xelkê Herêma Kurdistanê çûn ser sindoqan û bi reêjeyeke gelekî bilind aşkere kirin ku ew daxwaza dewleteke serbixwe dikin. Dagirkirina Kerkûkê bi çavdêriya Amerîka û bi çekên Amerîka proseyeke din e. Lê em wê yekê dibinin ku dagirkerên Kurdistanê ti carî razî nînin mafên rewa yên kurdan nas bikin. Lê gele Kurdistanê îradeya xwe ya bo serbixweyiya Kurdistanê diyar kiriye û ti dewlet, ti hêz nikare wê îradeyê tine hesab bike. Ew refarandum ketiye tarîxê. Ev îrade wenda nabe. Ev referandum jî wê ligor zirûfên cihanê pêk were. Ev referandum weke tapuya îradeya gele Başûrê Kurdistanê ye. Me di wê proseyê de piştevaniya referandumê kir. Em aniha jî bang li komelgeya navdewletî Yekîtiya Ewropa dikin da ku îradeya gele kurd nas bikin. (BAS)