Wezîrê Derve yê Sûriyê Welîd Mûelim ragihand ku eger pirsgirêkên deverên rojhilatê Firatê çaser nebin û Kurd jî daxwaza cûdabûnê bikin, wê demê wê Şam neçar bimîne ku hêzê bikar bîne.
Mûelim da zanîn ku gelê Sûriyê cûdabûnê qebûl nake û got, li wan herêmên ku niha welatiyên Kurd lê dijîn, gotinên cûdabûnê nayên kirin.
Wezîrê Derve yê Sûriyê diyar kir ku Kurd dixwazin di çarçoveya desthilata Şamê de pirsgirêkên xwe çareser bikin, lê Amerîka nahêlê, Emerîka hêviyê dide Kurdan ji bo ku li derveyî destûra Sûriyê tevbigerin.
Welîd Mûelim got, divê Kurd ji sed sala borî dersan bigirin, dema welatên bihêz bo bigihin armancên xwe ew bikar anîn û piştre dest ji wan berden.
Mûelim tekez kir ku hikûmeta Sûriyê dest ji Kurdan bernade, le eger ew piştgiriya Amerîkayê bikin û hewl bidin cûda bibin, wê demê wê Sûriyê neçar bibe rêyên din bikar bînin.