Serrûpel Nûçe Kurdê ku li Efrînê çekdaran ew bi şerjêkirinê tehdîd kiribûn hate rizgarkirin...

Kurdê ku li Efrînê çekdaran ew bi şerjêkirinê tehdîd kiribûn hate rizgarkirin – vîdyo

Belav bike

Welatiyê bi navê Xesan Omer Fewzî ku ji Efrînê ji aliyê grûpeke çekdar ve hatibû revandin, ji aliyê Rabîteya Kurdên Serbixwe ya Sûriyê ve hat rizgarkirin.
Li gorî çavkaniyekê ji malbata welatiyê navborî, Xesan Omer Fewzî ji bo derveyî herêma Efrînê hatibû revandin û li parêzgeha Idlibê hatiye rizgarkirin.

Heman çavkaniyê ji Tora Medyayî ya Rûdawê da zanîn ku Xesan Omer Fewzî duh roja înê piştî nîvro hatiye rizgarkirin û gihaştiye nav malbata xwe li gundê Badîna.

Dema wî bi kuştinê tehdîdê dikin

Xesan Omer Fewzî, 45 salî, ji gundê Badîna yê herêma Efrînê ye û di meha tebaxê de ji aliyê grûpeke çekdar ve hatibû revandin.

Wê Grûpa çekdar videoyek belav kiribû ku tê de tehdîda serjêkirina Xesam Fewazî dikir û digot eger malbata wî 10 milyon lîreyên sûrî wekî fidiye nede çekdaran, wê wî şerjê bikin.