Serrûpel Nûçe Jineke Kurd ji başûrê Kurdistanê (diya 4 zarokan) li Brîtanya bi kêran...

Jineke Kurd ji başûrê Kurdistanê (diya 4 zarokan) li Brîtanya bi kêran hate kuştin

Belav bike

 

Roja 01.10.2018 jineke Kurd bi navê Avan Necmedîn, li Brîtanya di mala xwe de kuştî tê dîtin, ew bi kêran hatibû kuştin.

 

Avan (32 salî), li bajarokê Fenton, li Stoke-on-Trent a li bakurê Brîtanyayê dijiya û diya 4 zarokan bû.

 

Kesên ku ew kuştiye, hatiye girtin û wî gotiye ew ji Îranê ye û navê wî Dana Ebdullah e (35 salî), ew hevjînê berê yê Avan e, ji başûrê Kurdistanê ye, lê ji polîsan re gotiye ku ew ji Îranê ye.

4 zarokên Avan di navbera 4 û 11 salî de ne.

Polîs dibêjin kuştina wê ji ber pirsgirêkeke civakî bû ye.