Hevjîna serokê Sûriyê, Esmaa Esed, ku berî demekê bi nexweşiya şêrpençeya memikan ketibû, di sûretên nû de, gelekî westiyayî diyar e, dermankirina kîmyo terapî dibîne, û porê serê wê weşiya ye.
Esmaa Essed, bi xwe sûretên xwe di instagram de belav kirin, di sûretekî de ew serpereştiya civîneke taybet bi olîmpiyadan dike.
Sûretekî wê jî, bi hevjînê wê Beşdar Esed re xuya ye.Esmaa Esed 43 salî ye, dayîka 3 zarokan e. Ew keça Dr. Fewaz Etreş e, ku li Brîtanya doktorekî dil yê naskirî ye, dayîka wê dîplomatekeke Sûrî xanenişîn e.