Serrûpel Nûçe Dêrîk: Kesên nenas bazirganekî Kurd kuştin û pereyên wî birin

Dêrîk: Kesên nenas bazirganekî Kurd kuştin û pereyên wî birin

Belav bike

Li Dêrika Hemko, hinek êrîşî karsazekî Kurd kirin, ew kuştin û pereyên ku pêre bûn birin.

Hecal Hesen, li dergehê El Welîd, ji aliyê kesên nenas ve, bi sîlehê hate kuştin.

Hecal li ser sînor karê bazirganî dikir.

Dema ku ew hate kuştin 140.000 Dolar û nêzîkî 2.5 mîlyon pereyên Sûrî pêre bûn.

Ew di otomobîla xwe bi sîlehê hatibû kuştin. Termê wî li ser riya di navbera Dêrik û Til Xenzîr de hate dîtin.

Ew 28 salî bû û bavê 2 zarokan bû.