Serrûpel Foto Kaşikçî hevalê Bin Laden û piştgirê El Qaîde derket – Foto

Kaşikçî hevalê Bin Laden û piştgirê El Qaîde derket – Foto

Belav bike

Ji nişkê ve, di derheqê rojnamevanê Siûdî Cemal Kaşikçî de, her tişt hate guhertin.

Ew çûye Afganistanê, di sala 1988 de, li Afganistanê, ligel rêberê El Qaîde Usama Bin Laden tê dîtin, her wiha ew ligel serkirdeyê El Qaîde Ebdul Ezzam tê dîtin.

Ew weke rojnamevan çûye nava wan, lê tiştê balkêş ewe ku di nava çekdaran de ye û RPG rakiriye.

Rojnamevanê Emerîkî yê naskirî, Patrick Poole sûretê Kaşikçî yê çekdar belav kiriye û kurê serokê Emerîka Twitta wî belav kiriye.

Ev tiştekî gelekî nûye di dosya Cemal Kaşikçî de.

 

Êdî Kaşikçî wê weke Cihadiyekî were dîtin.

Di sala 2006 de rojnamevanê Emerîkî Peter Birgen pirtûkek weşand û têde behsa Bin Laden kir, di pirtûka xwe de dibêje pêwendiyên di navbera Kaşikçî û Bin Laden de dike.

Di pirtûka xwe de dibêje ku Kaşikçî jî Cîhadiyekî Bin Laden bû.