Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê ragihand ku grûpeke diz û qaçaxiyên neftê hatiye girtin.
Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku li hemberî nehiştina gendelî û talankirina mal û milkên giştî hêzên ewlehî û Rêveberiya Asayîşê operasyonek pêk anîne.
Li gor daxuyaniya Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê di operasyonê grûpeke ji 6 kesan pêk dihat ligel 4 kesên sivîl û 2 endamên asayişî hatine girtin.
Wan kesan nefta Kurdistanê didizîn û bi qaçaxî difrotin.