Serrûpel Nûçe Serok Barzanî: “Di serkeftinê de mexrûr nebin, di şikestinê de jî bê...

Serok Barzanî: “Di serkeftinê de mexrûr nebin, di şikestinê de jî bê hêvî nebin”

Belav bike

Serok Mesûd Barzanî bi boneya serkeftina lîsta PDKê di hilbijartina Parlamentoya Kurdistanê de peyamek belav kir.

Ev jî teksta wê peyamê ye:

“Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Bi helkefta serkeftina lîsta Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK), spasiyên xwe yên mezin pêşkêşî cemawerê xweragir û bi kedkar ê Kurdistanê dikim. Şanaziyeke mezin e ku gelê Kurdistanê bawerî bi Partiya Demokrat a Kurdistanê anî. Her ew bawerî ye ku bingeha şer’iyet û berdewambûna PDKê ye, û belge û şahidiyekî zelal e ji bo xebat û destkeft û armancên PDKê.

Ev serkeftina PDKê, serkeftina îradeya gelê Kurdistanê û serkeftina Pêşmerge ye, serkeftina rêbaza pîroz a Barzaniyê Nemir e, serkeftina wê rêbazê ye ku qurbaniyên bêhejmar û hezaran şehîd daye. Serkeftina wê rêbazê ye ku tu demekî musaweme li ser mafên rewa yên gelê Kurdistanê nekiriye û nake jî. Serkeftina wê rêbazê ye ku ji bo pêkvejiyan û azadî û demokrasiyê xebat kiriye.

Bi boneya wê serkeftina dîrokî, pîrozbahiyê li xelkê Kurdistanê û serkirdayetî û kadir û endam û alîgir û cemawerê Partiya Demokrat a Kurdistanê dikim û spasiya wan dikim ku hîmet kirine û ji bo avakirina Kurdistaneke bihêz PDK biser xistine.

Di encama vê serkeftina PDKê de jî bi hêviya xwedayê mezin dê hikûmeteke bihêz, ji bo Kurdistaneke bihêz û ji bo xizmetkirina gel bê avakirin.

Her li vir jî ev gotina Barzaniyê Nemir ezê bînim bîra kadir û alîgirên PDK ku gotibû “Di serkeftinê de mexrûr nebin û xwe nebînin. Di şikestê de jî bê hêvî nebin”. Ev şîreta Barzaniyê Nemir bixin ser hişê xwe û nabe serkeftin we mexrûr bike ji ber ku ew serkeftin, serkeftina hemû gelê Kurdistanê ye û ji bo xizmeta Kurdistanê ye.

Niha jî dema wê yekê hatiye ku hemû partiyên siyasî yekrêzî û yekdengiya miletê me biparêzin û ez daxwaz ji hemû aliyekî jî dikim ku berjewendiya gel û hevdengiya niştimanî bikin karê xwe yê herî li pêşî.

Hezar silav ji bo giyanê pak ê şehîdên Kurdistanê û şehîdên rêya azadiyê.

Silav li Pêşmergeyên qehreman

Mesûd Barzanî
21.10.2018”