Serrûpel Foto Jan Dost li Îtalya behsa Kobanî kir – foto

Jan Dost li Îtalya behsa Kobanî kir – foto

Belav bike

Jan Dost bi alaya Kurdistanê rapêçayî ji Îtaliyan re behsa Kobanî kir.

 

Li festîvala Bergên Zîvîn ku li bajarê Lecce li başûrê îtalya li dardikeve, jan Dost wek mêvanekî kurd beşdar bû. Wî roja pêşî helbesta xwe Merheba Istanbul bi kurdî xwend paşê wergera wê ya îtalî hate xwendin. Roja duyem 26.10.2018 di semînarekê de Jan Dost behsa bandora şer î li ser wêjeyê kir û got ku, edebiyat rast nikare şer rawestîne lê ew dikare bi hûrgilî behsa kirêtiya şeran bike ku nifşên ayinde jî haya wan jê çêbibe. Hêjayî gotinê ye ku romana Jan Dpst Pîrewergêr bi zimanê Îtalî hatiye wergerandin û nivîskêr ew buhara borî li zanîngeha Siena ji xwendevanan re imze kiribû..