Çend bargehên YPG li gundê Zormixar û hinek gundên rojavayê Kobanî ji aliyê Artêşa Tirkiyê ve hatin topbarankirin, YPGê dibêje şervaenkî wan jiyana xwe jidest daye.
Çend kenalên medyayî yên nêzîkî Rêveberiya Xweser belav kirin, ku vê sibehê saat 10Artêşa Tirkiyê ji pêgehên xwe li nav sînorê Tirkiyê, bi tank û topan gundên Zormixar, Aşmê, Xerab Eto û Çariqlî topbaran kir.
Ji aliyê xwe ve jî Artêşa Tirkiyê ragihand, ku hêzên wan pêgehên YPGê li ser sînorê Tirkiyê li Zormixarê topbaran kirine, daku rê li ber kolandina xendeq û tonelan bê girtin.
Herî dawiyê jî navenda ragihandinê ya YPGê daxuyanieyek nivîskî belav kir û têde ragihand ku wan bersiva vê êrîşê dane, lê ji ber topbaranê, şervanekî wan jiyana xwe jidest da û ev yek jî anç ziman, ku wê bersiva her êrîşekê bê dayin.