Nûnera PYD li Emerîka Sînem Mihemed, li Wahington roja 01.11.2018 behsa Kobanî kir û got Kobanî li ser destê HSD-YPG û hêzên hevpeymanan hate rizgarkirin. Ji bo ku were bîra we di dema rizgarkirina Kobanî de HSD (QSD) tune bû.
Pirs:
- Sînem Mihemed çima pêşmergeyan nekir?
- Pêşmergeyên ku ji Hewlêrê bi rêketin û di ser bakurê Kurdistanê re derbasî Kobanî bûn, Sînem wê demê li ku bû?
- Sînem amade ye lêborîna xwe ji pêşmergeyan bixwaze?
- Sînem dizane ku li Kobanî pêşmerge Zêrevan Ekrem şehîd bû?
- Bi biryarekê ji Serok Mesûd Barzanî, di 31ê Cotmeha sala 2014an de pêşmerge derbasî Kobanî bûn, berî ku pêşmerge derbas bibin, şervanên YPG li berxwe didan, lê DAIŞ zora wan biribû û tu nema bû bigihê deriyê Mirşid pinar li ser sînorê bakurê Kurdistanê, Kobanî li ber ketibû.
Dibe ku Sînem Mihemed berpirsa partiyekê be û van rastiyan nebîne?!