Serrûpel Nûçe Di salvegera wefata Ednan Dilbirîn de – vîdyo

Di salvegera wefata Ednan Dilbirîn de – vîdyo

Belav bike

Di salvegera wefata hunermendê Kurd yê ji Efrînê Ednan Dilbirîn, stranên wî yên xweş û wefata wî di salên ciwaniyê de hatine bi bîranîn.

Ednan, ku navê wî yê rastîn Ednan Mûsa bû, yek ji hunermendên hezkirî û naskirî yê herêmê bû.

Ew zû çû, lê wî gelek stran li pey xwe hîştin, heta niha jî stranên wî têne gotin.

Di sala 1956 de li gundê Dêrsiwan ji dayîk bûbû, zaroktiya xwe di nava çandiniyê de li gund derbas kiribû, piştre di 1980 de bi malbatî diçe Heleb li wir dimîne û dikeve nava  karê hunerî.

Roja 4 meha 11 sala 1999, dema ku dema ku ji Kefir Cenê ji Efrînê, tevî kurê xwe Şêro û birayê xwe vedigerin Heleb, bi rê ve bi şev qezaya trfîkê derbas dikin û di wê bûyerê de jiyana xwe ji dest dide.

Ednan Dilbirîn bi merasîmeke mezin li gundê xwe Dêr Siwanê tê veşartin.